• Wednesday, 01 May 2024
logo

Koçbereke Kurd piştî 24 salan kesê ku duçerxe diyarî wê kiribû dît

Gulan Media August 17, 2019 Corane
Koçbereke Kurd piştî 24 salan kesê ku duçerxe diyarî wê kiribû dît
Keça Kurd a penaber, ew kesê ku beriya 24 salan duçerxe (bisiklêt) diyarî wê kiribû dît.



Keça Kurd a bi navê Mêvan Babekir ku hîn di temenê xwe yê biçûk de li gel malbata xwe koçî Holandayê bûbû, ket pey wî kesê ku berî 24 salan li kampa koçberan a Zwolle ya li wî welatî, duçerxe diyarî wê kiribû.



Ew keça Kurd, ji bo dîtina wî kesê bi navê Egbert dest ji hewldanên xwe berneda û herî dawî bi rêya torên civakî tevî ku 24 derbas nebûn, Egbertê ku beriya 24 salan duçerxe diyarî wê kiribû dît.



Mêvan di salên 90î de ji ber şer, di ser Azerbaycan, Tirkiye û Rûsyayê re xwe gihand, welatê Holandayê û gihişt Kampa Koçberan a Zwolleyê.



Ew keça Kurd ku wê demê 5 salî bû, bi diyarî wergirtina biisklêtekî ji kesê bi navê Egbert ku li kampê kar dikir, gelek kêfxweş bûbû.







Mêvan Babekir ku niha li Brîtanyayê dijî, tevî ku bi ser re bi dehan sal derbas bûn jî ew diyariya Egbert jibîr nekir û di temenê xwe 29 salî de bo dîtin û pêşkêşkirina spasiyên xwe berê da Holandayê.



Mêvan ji malpera Euronewsê ragihandiye ku ew duçerxe xweşiktirîn diyarî ku di wî temenê xwe de wergirtibû û got ku bi wê diyariyê xwe gelek taybet û hêja hîs kiriye ku di salên derbasbûyî de jî ev hest her pê re hebûye.



Piştî 24 salan, Mêvan bi peyameke twitterê hewl da ku Egbert bibîne. Lêbelê di destê wê de derbarê Egbert de tenê wêneyek hebû ku ew jî yê beriya 24 salan bû.



Mêvan destpêkê, destûrê ji karê xwe dixwaze û tê Kurdistanê û li gel malbata xwe kom dibe. Piştre diçe Holandayê û bi belavkirina wêneyê Egbert yê beriya bi dehan salan, lîakriyê ji berpirsên wî welatî dixwaze.



Bi rêya torên civakî, Mêvan piştî çend saetan dibe beşdarî bernameya radyoyeke xwecihî û peyama wê di demeke kurt de 3 hezar caran tê parvekirin.







Keça Kurd di wê peyama xwe nivîsandibû, “Silav înternet. Ev çîrokeke dirêj e, lê ez di salên 90î de li kampa Zwolle ya Holandayê koçber bûm. Wî kesê dil pak ê di wêneyê de duçerxeyek diyarî min kiribû. Dilê min ê 5 salî hew mabû ji kêfan biteqe. Ez dixwazim navê wî hîn bibim. Alîkariya min bikin.”



Piştî belavbûna peyama wê, tevî ku rojek jî derbas nebû wê keça Kurd, Egbert dît û van kêliyan jî wiha vedibêje, “Min dixwast navê wî fêr bibim. Jibilî dîtina wî tevî ku 24 demijimêr derbas nebûn, min xwe li ber deriyê mala wî dît.”



Mêvan dibêje dema wî Egbert dît mîna ku endamekî malbata xwe yê berê dîtibe hest pê kiriye û Egbert jî ji wê re gotiye, “Piştî zêdetirî 20 salan, dîtina te wek jineke bihêz û wêrek, cihê şanaziyê ye.”



Egbert kêfxweşiyên xwe li hemberî dîtina Mêvanê tîne ziman û ew keça Kurd maltaba Egbert jî nas dike. Mêvan piştre telefonî dayika xwe dike û weke malbata spasiyên xwe pêşkêşî Egbert dikin.



Egbert di wê hevdîtina piştî bi dehan salan ji Mêvanê re dibêje, “Ew duçerxe hinekî biçûk bû. Ez gelek kêfxweş im ku piştî salan ew duçerxe bûye sedem ku em hevdu bibînin.”



Rudaw
Top