• Wednesday, 01 May 2024
logo

Lîstikvanê navdar Peter Fonda koça dawî kir

Gulan Media August 17, 2019 Corane
Lîstikvanê navdar Peter Fonda koça dawî kir
Lîstikvanê Hollywoodê yê navdar, Peter Fonda, di temenê xwe yê 79 salî de koça dawî kir.



Malbata lîstîkvanê navdar Peter Fonda, daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Nûçeya mirina Peter Fonda, em bi xemgînî belav dikin. Em di demeke ku di şîna wî de ne, daxwaz dikin her kes dia bike bo wî.” Peter Fonda yê Amerîkî di temenê xwe yê 79 salî de bû.



Lîstîkvanê bi navûdeng, bi fîlmê bi navê ‘Easy Rider’ deng veda ku ew fîlm weke mînakeke serkeftî ya sînemaya serbixwe dihat dîtin.



‘Easy Rider’ sala 1969an ji aliyê derhêner Dennis Hopper ve weke alternatîfek bo fîlmên Hollwoodê ên girêdayî bi stûtyoyan ve hatibû çêkirin.



Ew fîlm çîroka du ‘hippi’yan ku bi motosîkletên xwe li seranserê Amerîkayê digerin vedibêje û di dîroka Heavy Metal de jî xwedî cihekî girîng e.



Rudaw
Top