Xwendekarekî Kurd li Skotlandê bû yekem
Xwendekarê Kurd ê bi navê Helkewt Mûsa, li welatê Skotlandê di ezmûna lîseyê de di nav 660 hezar xwendekaran de bû yekem.
Malbata Halkawt Mûsa sala 2001an ji Duhoka Başûrê Kurdistanê, koçî Skotlandê dike û Mûsa jî sala 2003an li bajarê Glasgow yê wî welatî tê dinê.
Malbata Mûsa piştre li Edînbûrgha paytexta wî welatî bicih dibe û ew xwendekarê Kurd li wir dest bi xwendina xwe dike.
Piştî heyameke serkeftî ya di asta seretayî û navendî de, Halkawt Mûsa beşdarî ezmûna lîseyê bû û ew xwendekarê Kurd di nav 660 hezar kesan de karî bibe yekemîn.
Rudaw