• Friday, 05 July 2024
logo

Pizîşk û firokevanê Kurd: Nexwe Kurd dikarin bifirin

Gulan Media August 26, 2018 Corane
Pizîşk û firokevanê Kurd: Nexwe Kurd dikarin bifirin
Pizîşk, siyasetmedar û firokevanê Kurd Dr. Alan Ciwan Amûnî rojekî li Parîsê dibêje: “Parîs, guhdariya min bike, yan ez û yan jî tu di vê dinyayê de, divê ez serkeftinê bidest bixim.”



Piştî vê sozê Dr. Alan Ciwan Amûnî dibe Cîgirê Serokê Şaredariya Herêma 11 a Parîsê û herwiha dibe yek ji hevalê nêzîkî François Hollande yê serokê berê yê Fransayê. Herwiha di dema êrîşên ser Parîsê de dibe endamê Jûra Operasyonan a hikûmeta Fransayê.



Dr. Alan Ciwan Amûnî xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û hertim bi bîranînên Efrînê dijî. Li Fransayê xewna bavê xwe jî bicîh tîne û dibe firokevan. Ew dibêje; “Ez bi tenê firîm û paşî fransiyan got, vaye Kurd jî dikarin bifirin.” Bi gotina Amûn wî 122 dewletên cîhanê dîtiye.



Dr. Alan Ciwan Amûnî bû mêvanê bernameya vê carê ya Big Story a Rûdawê.



Nexweşxaneya wî li nêzîkî girtîgeha navdar a Pastîlê ye. Dr. Alan Ciwan Amûnî li gel 25 pizîşkên din li vê nexweşxaneyê kar dike.



Ew dibêje: “Dema Kurdek diçe cihekî ji bo wêneyeke xweş nîşan bide divê serkeftin armanca wî be. Niha cîhan tev de me nas dike, ku em qehreman in, pêşmerge ne, fermandar in, ev gelek baş e. Lê divê em wêneyeke din jî nîşan bidin, ku em serkeftî ne, biaqil in, em dikarin li welatê xerîbiyê bibin serokwezîr jî, pizîşk jî pilot jî, endazyar jî.”



Wî hemû dîwarên odeya xwe ya kar jî bi kesk û sor û zer xemilandiye, lewma dibêje: “Ez li Kurdistanê ji dayik bûm, reng û sembolên me perçeyek ji hiş û hizra min in. Ez bêyî kesk û sor û zer nikarim kar bikim.”



Herwiha wêneyekî Efrînê jî li ber serê xwe daliqandiye û diyar dike: “Wek hûn dizanin Efrîn niha bindest e, dagirkirî ye. Efrîn delaleke û bedew e, Tirk û terorîst dixwazin wê biperçiqînin. Lê Efrîn bi darên xwe û bi ciwanên xwe dê her bimîne û serkeftî be.”



Şirîkê wî yê Fransî jî dibêje: “Dema sala 2011ê mijûlê vekirina vê nexweşxaneyê bûm, li pey pizîşkekî de digeriyam. Wê demê min Dr. Amûnî dît. Tekane kesê ku bikariya li vê derê vî karî bike, ew bû. Ji ber ku karekî pir giran bû û qet pereyê me nebû. Lê me bi hev re ev kar serxist. Ez pir kêfxweş im ku min ev mirov nas kir.”



Şêwirmendê Dr. Alan Ciwan Amûnî, Fracis Duran jî diyar dike: “Beriya hemû tiştekî ew dikare bibe firokevaneke pir baş. Ji ber ku ew karên xwe bi profesyonelî dike. Ew pizîşkekî pir pabendê karê xwe ye û bi serkeftî pîşeya xwe dike. Herwiha karê mirovî jî dike. Bi nêrîna min dikare posteke siyasî jî werbigre. Ji ber ku ew xwediyê şiyaneke bi hêz a siyasî ye. Zanyariyên wî yên siyasî hene, xelkê nas dike û dikare bi hêsanî peywendiyê dirûst bike. Projeyên me yên hevbeş hene lê ez wisa dibînim ku ew hêjayê postên mezin ên siyasî jî ye.”



Wî di navbera salên 2008 heta 2014an erkê Cîgirê Serokê Şaredariya Herêma 11 a Parîsê birêve bir. Lê wî dest ji siyasetê bernedaye û dibêje, di vî warî de hîn xewnên wî yên mezin mane, divê xwe bigihîne wan.



Dr. Alan Ciwan Amûnî dide xuyakirin, ku dema ew cîgirê serokê şaredariyê bû wî ji bo Kurdan jî kar û xebat kir: “Dema civîn çêdibûn min çalakiyên protestokirina rejîma Esed saz dikir. Herwiha min daxwaza mafên Kurdan kir. Herwiha me Newroz kir wek bêhnvedana fermî. Hersal bi navê Şaredariya Herêma 11 me bi civaka Kurd re Newroz pîroz dikir. Me xwest Newroz bibe wek festîvaleke Parîsî ji bo Kurdan.”



Pizîşkê hevalê Dr. Alan Ciwan Amûnî, yê bi navê Paskal Hesekeyî dibêje: “Dr. Alan Ciwan Amûnî ti caran Kurdbûna xwe venaşêre. Hertim di destpêka axaftina xwe de balê dikişe ser kurdbûna xwe.”



Êrîşên DAIŞê yên li ser Parîsê li bîra me hemûyan e. Lê kesekî ji me nedizanî ku wê demê yek ji kesê herî sereke yê Jûra Operasyonên hikûmeta Fransayê, Dr. Alan Ciwan Amûnî ye.



Ew dibêje: “Dema bûyer çêbû ez li mal bûm û min xwarin dixwar. Demildest derketim û hatime cihê şaredariyê, ji xwe navenda me ya pizîşkî jî nêzîkî şaredariyê ye. Me xwest bi awayeke lezgîn destwerdana vê bûyerê bikin, alîkariyê bidin milet. Birastî rewşa derûnî ya mirovan nebaş bû, milet di şokê de bû. Ji ber ku tiştekî wiha nedîtibûn. Polîsan li dora terorîstan girtibûn lê ji bo êrîşê li hêviya fermana Serok Hollande bûn. Me alîkarî digihande mirovan. Min nedikarî morala xwe xirabikim. Ji ber ku ez alîkariyê didim mirovan. Ji xwe êrîş li ser Batagla bû, ev der bo min cihekî giring bû. Berî Serok Hollande were hilbijartin me mîtînga dawîn li vir kiribû û giringiyeke wî ya siyasî hebû. Herwiha ev der nêzîkî cihê kar û jiyana min bû.”



Dr. Alan Ciwan Amûnî tîne ziman ku Kurdîtî ji bo wî ji Mele Mistefa Barzaniyê Nemir û ji Şehîd Dr. Ebdurehman Qasimlo maye: “Di mal de her tim me behsa du Kurdên mezin dikir; Mele Mistefa Barzaniyê Nemir û ji Şehîd Dr. Ebdurehman Qasimlo. Ji lewra hûn hatine Parîsê min got em herin ser tirba Şehîd Dr. Ebdurehman Qasimlo.”



Mamostayê zanistên siyasî Dr. Antonin Pechard ku yek ji şêwirmendên Dr. Alan Ciwan Amûnî ye, wiha behsa peşeroja pizîşkê Kurd dike: “Gelek hez ji siyasetî dike, bi taybetî jî di warê xizmetguzariya civakî de, ji ber wê paşxana xwe ya çandî ya Kurdî û Fransî, bi nêrîna min dikare bibe siyasetvaneke herî baş û alîkarî bide me.”



Rojekî Dr. Amûnî birayê xwe ji mal derdixe û jê re dibêje: “Kengî tu bibî mirovekî serkeftî û hemû Parîsê tu nas kirî, hingî were cem min.” Çend sal piştre hevalê hevbeş ê herdukan ji bo xelatkirina kesên serkeftî ahengekî saz dike û li wir Dr. Amûnî birayê xwe wek bazirganekî serkeftî dibîne.”



Birayê wî, Heval Amûnî dibêje: “Lihevhatineke xweş bû. Piştî 10 salan me hev dît. Wî bawer nedikir ku ez hîn li vir im. Tiştekî pir çetîn bû û em bi hev re nûştin û axivîn. Hevalên min ên li vir jî bawer nekirin ku em birayên hev in.”



Ew di firokeya xwe de ala Fransa û Kurdistanê bi hev re bilind dike. Ew dibêje: “Bavê min piştî leşkeriyê jî dixwest bibe pîlot. Li Sûriyê jî nedihiştin Kurd bibin pîlot. Ev yek li cem bavê min bû hesret û xewnek. Çima nekarî bibe pîlot, ji ber ku Kurd bû.”



Herwiha dide xuyakirin: “Cara yekemîn piştî perwerdeyê dema ji min re gotin here bi tenê bifire ez gelek bi hestiyar bûm. Wêneyê dayik û bav û hemû xizmên min hatine berçavê min û dema bi firokeyê derketime esmanan min qêr kir. Lê qêrîna ji keyfxweşiyê bû. Vaye bi tenê min karî bifirim. Dema daketim yên fransî gotin, Amûnî bi tenê firiya, nexwe Kurd dikarin bifirin.



"Xeyala min ew e ku rojek bi firokeya xwe herim Efrînê"



Yek ji xeyala wî ew bûye, ku rojekî ji rojan bi firokeya xwe here Efrînê. Lewma wiha diaxive:



“Min hizir dikir ku rojekî şoreş çêbibe Kurd federalîzmê yan otonomiyê werbigrin, xewna min ew e, ez herim û li balafirgeha Efrînê dakevim. Bi firokeya min, mirov bi keyfxweşî û ser hemdê xwe 2 rojan de digihe Efrînê. Ji ber divê her du, yan jî sê seetan carê li bajarekî dakevî. Ev ne firokeya geştê ye. Çûna Efrînê jî ji min re wek hesret ma û ez dixwazim rojekî bi firokeya xwe herim Efrînê.”



Dr. Alan Ciwan Amûnî wiha behsa bîranîneke xwe yê zarokatiyê jî dike:



“Ez 12 salî bûm, li baxçe cem kalkê xwe bûm. Roj çû ava û bû şev, dayik û bavê min li gund bûn. Kalkê min nedikarî li gel min were û min bibe gund. Wî ji min re got, tu dikarî kerê me bibî û herî gund. 5 kîlometre bû lê şev reş bû. Min ker ajot û em çûn, di rê de xewa min hat. Ez weke zarokan li ser ker raketim, piştî 10 deqe yan zêdetir, min çavên xwe vekir, em gihiştin destpêka gundê Qenterê. Min çavê xwe vekir, min got wellehî biravo li vî kerî. Kerê Efrînî ez ji nav baxçeyê Kitxê girtim birim heya gundê Qenterê. Heya kerên Efrînî jî biaqil in.”

Rudaw
Top