• Friday, 05 July 2024
logo

Naz Ebdula zêdetirî 150 şêwazên cilê kurdî pêşengehekê de pêşan da!

Naz Ebdula zêdetirî 150 şêwazên cilê kurdî pêşengehekê de pêşan da!
Roja 07.03.2018ê li Salona Havana ya Hewlêrê ji ber roja cilûbergên netewî yên Kurdistanê, ji aliyê jina pêşkeşkar û rojnamevan a kurd Naz Ebdula ve pêşangeha pêşandana cilûbergê cilûbergên kurdî pêkhat.

Di merasîma ku duh êvarî 07.03.2018ê pêkhat û bi amadebûna beşek berçav kesên rewşenbîr, rojnamevan, saziyên çapemeniyê ve bi li berxwe kirina cilên Ala kurdî ve destpê kir û bi çalakiyên rengîn ên cilûbergên çandî yên resen ên kurdî ve birêve çû.

Ew cilûbergên cuda ew bûn ku Naz Ebdula di karê xwe yê çapemenî û pêşkeşkariyê de bo xwe dizayn kiribûn.

Pêşkeşkarê merasîmê Şem Berhem ku keça Naz Ebdula bû, xêrhatina mêvanan kir û merasîmê bi rêz girtin û sirûda şehîdan ve destpê kir.

Di merasîmê de Naz Ebdula ragehand: ‘’Min ji ber roja cilûbergên netewî yên Kurdistanê baş dît ku pêşandanek waha pêkbînim û herwaha pêşangehek a vê salonê ve hewl û tekoşînê ji bo pêşxistina çanda netewî re bibe beşek .’’

Di beşek din ê merasîmê de keçên xwandekar ên koleja Nobel a taybet bi cilûbergên kurdî yên bi Ala Kurdistanê ve hatine nexşandin pêşandanek balkêş pêkanîn.

Piştre bi dekomentereke wêneyî ve jiyan, berhem, çalakiyên hunerî, çapemenî û xêrxwazî û civakî yên jina rojnamevan Naz Ebdula hate pêşkeş kirin.

Herî dawiyê de jî xelat li ser keç û xwandekarên pêşandanê hatin dabeş kirin.

Top