• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Hewlêrê dîwarê alîkariyê hate avakirin

Li Hewlêrê dîwarê alîkariyê hate avakirin
Hemwelatiyên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê cil û pêlavên xwe yên ku pêdiviya wan pê tineye li dîwarekî ku hatiye diyar kirin ve dadileqînin, ku ewên pêdîviya xwe pê heyî bên werbigrin.

Çend roje li Hewlêrê li ser şeqama 40 metre û nêzîk nexweşxaneya rizgarî dîwarê alîkariyê hatiye vekirin û kesên ku hejarin dikarin li wan tiştên li wê derê hatine daliqandin sûd jê werbigrin.

Ew çalakiya dîwarê alîkariyê wek çalakiyekî sivîl, destpêkê li rojhilatê Kurdistanê hate kirin û naha jî li Hewlêrê ji bo ku hemwelatiyên xwedî kêm dahatin, bikarin jê sûd werbigrin û ew cil û berg û pêlavên têne daliqandin, ji aliyê kesên ku hejar û pêdiviya wan pê heyî re têne pêşkeş kirin û dikarin bên wan ji dîwar vekin û bibin, ji xwe re bikar bînin. Bi taybet hebûna penaberên zêde li Hewlêrê û ji wan penaberan re tê hêvîkirin ku bibe alîkariyek.

Herkesek dikarê li wî dîwarê alîkariyê tiştên xwe yên zêde bînê û daliqînê û beşdarî vê çalakiyê bibe.

Basnews
Top