• Sunday, 30 June 2024
logo

Aşiqê xortekî kurd bûye!

Gulan Media February 8, 2016 Corane
Aşiqê xortekî kurd bûye!
Lîstikvana sînemayê ya Sûrî, Rexde eşkere kir ku aşiqê xortekî kurd bûye.

Sînemakara navdar a Sûrî, Rexde ji televîzyona El Heyat a Misrî re got, yekemîn cara ku ez aşiq bûm, ez aşiqê xortekî kurd bûm.

Rexde wiha behsa wê bûyerê kir, dema min lîse dixwand ez aşiqê xortekî kurd bibûm. Ew cîranê me bûn. Lê wî nedizanî ez bûme aşiqê wî!

Wê hunermenda Sûrî, ku di gellek fîlm û rêzefîlman de lîstiye, got, wê çaxê min nedixwast xwe bişkênim û evîndariya xwe jê re bêjim. Haya wî jî jê nebû ez bûme aşiqê wî.

Rexde li bajarê Helebê yê Sûriyê ji dayîk bûye lê piştî ku rewşa Sûriyê aloz bû, çû Misrê.

Rudaw
Top