• Sunday, 30 June 2024
logo

Şaciwana Koreyê: Cara ewil e Kurdistanê dibihîsim

Gulan Media January 29, 2016 Corane
Şaciwana Koreyê: Cara ewil e Kurdistanê dibihîsim
Şaciwana 2015ê ya Koreyê Başûr Jung Eun-ju got, min cara ewil navê kurd û Kurdistanê ji Rûdawê bihîst.


Şaciwana Koreya Başûr Jung Eun-ju ji Rûdawê diyar kir, heya niha derbarê kurd û Kurdistanê de ti agahiyên wê nîne.

Şaciwana 23 salî Jung Eun-ju li Koreya Başûr ket di nav lîsteyan kesayetên navdar.



Piştî Jung Eun-ju wek şaciwana Koreya Başûr hat hilbijartin ji bo markayên navdar dest bi modeleye kir û herwiha bo rêzefîlma dest bi aktreseyê kir.

Jung Eun-ju anî ziman ew hîç hez siyaseta nake û pirsiyarên siyasî bêbersiv hîşt.

Şaciwan koreyî pirsa Rûdawê ya derbarê Kurdistanê we wiha bersivand: “Derbarê kurd û Kurdistanê ti agahiyên min nîne. Herwiha ez nizanim ser nexşeyê jî cihê wê li kuderê ye.”

Derbarê DAIŞê de jî wiha got: “Ez ji DAIŞ û terorîstan nefret dikim. Divê tevahiya cîhanê li hemberî wan bibin yek û li hemberî wan tevbigerin.

Rudaw
Top