• Sunday, 30 June 2024
logo

Tûrîstên Rûs dê êdî berê xwe bidin Îsraîlê!

Gulan Media January 13, 2016 Corane
Tûrîstên Rûs dê êdî berê xwe bidin Îsraîlê!
Seroka Yekitiya Organîztorên Geriyanên Tûrîstî ya Rûsya Maya Lomîdze eşkere kir ku di sala 2016ê de tûrîstên Rûs dê li şûna Tirkiyê berê xwe bidin Îsraîlê.

Piştî ku Tirkiyê balafira şer a Rûsya li nav xaka Sûriyê, bi hêceta binpêkirina sînor, xist, pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê di tevahiya wan de bi taybet tûrîzmê de aloz bû. Hikûmeta Rûsya serdana tûrîstên Rûs bo Tirkiyê qedexe kir.

Seroka Yekitiya Organîzatorên Geriyanên Tûrîstî ya Rûsya, Maya Lomîdze îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, tûrîstên Rûs di sala 2016ê de dê neçin Tirkiyê ji ber wê jî dê herî zêde serdana Îsraîlê bikin.



Maya Lomîdze

Lomîdze da zanîn ku welatên dora Deryaya Spî, ji bo ku tûrîstên Rûs rakişînin welatên xwe gellek teklîfan dikin û got, di wan hotêlên ku tûrîstên Rûs tê de dimînin her cure xizmetguzariyek heye.

Maya Lomîdze beriya niha gotibû, tûrîstên Rûs êdî dê herî zêde berê xwe bidin welatên dora Deryaya Spî ne Deryaya Reş.

Rudaw
Top