• Sunday, 30 June 2024
logo

Dewlemendên Çînê peykerekî ji zêr ji Maw re saz dikin

Gulan Media January 6, 2016 Corane
Dewlemendên Çînê peykerekî ji zêr ji Maw re saz dikin

Li welatê Çînê, dewlemendên wî welatî peykerekî ji zêr ji Damêzrênerê Partiya Komînisat a Çînî Maw Tisî Tong wê sazbike bi teklîfeta 460 hezar dolar.

Wê peykerê Serokê Çînê yê berê û Damêzrênerê Partiya Komînîst a Çînî Maw wê li herêma Hînan li naverasta welatê Çînê were danîn. Ew peyker wê li ser erkê karsazên Çînî were saz kirin, bilindbûna wî peykerî 37 m, peykerê ji zêr wê were sazkirin, rûniştiye, herdu destên xwe danîne ser hev, li ser kursiyek rûniştiye, biryare ku ew peyker di maweyê 9 mehan de wê bê temam kirin.

Maw Tisî Tong di salên pêncî de serokê welatê Çînê bû, tevî ku ew bû sedema kuştina bi milyonan kes, tevî wilo jî wek simbolekê li welatê Çînê tê nasîn.

Hêjayî gotinê ye ku çalakvanên welatê Çînê bi tundî rexnê li ava kirina vî peykerî dikin, daxwaz dikin ku dewlemendên Çînê rewşa hejarên wî welatî baştirbikin ne peykeran ji kesekî re saz bikin, ku jiber siyaseta wî derdora 40 milyon kes bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dane.

Basnews
Top