• Sunday, 30 June 2024
logo

Jinên nîv-qelew biaqiltir in!

Gulan Media January 3, 2016 Corane
Jinên nîv-qelew biaqiltir in!
Dibêjin jinên ku hinekî qelew bin biaqiltir in û dikarin çend karan bi hev re bikin.

Li gorî lêkolînên zanistî, laşê jinên nîv-qelew ji jinên din zêdetir hormona bi navê ostrojen çêdike ev jî bandora erênî li mêjî dike.

Pispor dibêjin, qelewî bandora erênî li ser mêjî dike û dema temenê wan jinan nivî dibe qelewî mêjiyê wan diparêze.

Her wiha li gorî pisporan, di hêtên jinên nîv-qelew de gellek asîta rûnê “omega 3” heye ew jî ji bo mêjî baş e. Lê qelewiya zêde ji bo tenduristiyê baş nîne.

Dibêjin zarokên wan jinan jî ji zarokên jinên din biaqiltir in.
Top