• Sunday, 30 June 2024
logo

Semaker beşdarî ahenga birêvebirê giştiyê Ezherê dike

Gulan Media December 27, 2015 Corane
Semaker beşdarî ahenga birêvebirê giştiyê Ezherê dike

Birêvebirê giştî yê zankoya Ezher ya îslamî, ahenga hevsergîrî bo kurê xwe saz dike û di ahengê de komek stêrkên bi navûbang jî derdikevin ku cilên wan bala çapemeniyê kişandine bi taybet jî cil û reqsa semakera navdar a Misrî.

Di ahengê de hejmarek zor li stêrên ereb beşdar bibûn û ji wan jî (Mihemed Lutfî, berhemhêner Ehmed Sebkî, Bosî, Subhî Xelîl) li gel hejmarek sermayedar û stêrkên werzişê û hejmarek ji fermandarên wezareta navxwe ya Misrê.

Her di wê ahengê de hejmarek ji stranbêjên Misrî jî beşdarî kirine weku (Mihemed Diyab, Se`d Sixîr, Mehmud Leysî û semakera binavûbang a Misrê (Dîna) û heya ber destê sibehê aheng bi reqs û dîlana Dîna berdewam bûye.

Her weha piştî belavbûna wêneyê ahengê bi taybetî jî wêneyên semaker ku cilekî nîv rût liber kiribû li torên civakî êrişên tund li ser birêvebirê giştiyê zanîngeha Ezherê (Mecîd Ebdulkerîm) hatiye kirin.

Xendan
Top