• Sunday, 30 June 2024
logo

Gigî: Ez bi nîjada xwe serbilind im

Gulan Media December 26, 2015 Corane
Gigî: Ez bi nîjada xwe serbilind im
Modela navdar a Filistînî Gigî Hadid got, ew bi nîjada xwe serbilind e.

Modela navdar a Filistînî Gigî Hadid di hesabê xwe yê Instagramê de wêneyeke ligel hevalên xwe kişandî belav kir û di bin wêneyê de wiha nivîsand: “Me şeveke gelekî xweş derbas kir.”

Gigî Hadid amaje kir ku ew keçekê filistînî ye û wiha got: “Beriya ku hûn şîroveyên xwe bikin li paşnavê min binêrin. Hadid. Ez nîv filistînî me û bi vê yekê jî serbilind im.”

Gigî Hadid di sala 1995an de jidayîk bûye û bavê wê bi eslê xwe filistînî û dayîka wê jî hollandî ye.
Top