• Sunday, 30 June 2024
logo

Xortên Rojava li Hewlêrê rojnameya “Ciwan” derxistin

Xortên Rojava li Hewlêrê rojnameya “Ciwan” derxistin
Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) rojnameya xwe ya fermî bi navê Ciwan” belav kir. Ciwan dê dengê xort û ciwanên kurd be.

Desteya Nivîsandinê ya Rojnameya Ciwan di daxuyaniyekê de ragihand: “Ciwan dirûşma xwe kiriye, ‘Dengê Ciwanên Kurd’ û dê kar bike bi rastî dengê xortan belav bike û bigihîne dezgehên ragihandinê û cihên navdewletî.”

Li gorî heman desteyê, “T.C.K ji destpêka avakirina xwe ji 12ê Adara sala 2005ê de dixwest karekî wisa bike û berpirsê wê yê koçkirî, rehmetî Faris Mihemed pir giringî didayê, ji ber ku dixwest bi rêya ragihandinê jî xebata xwe berdewam bike, lê mixabin wî rojnameya me bi çavê xwe nedît û zû ji nav me çû.”

Desteya Nivîsandinê ya rojnameyê wiha got: “Ciwan dê dengê bihêz û wêrek ê ciwanên kurd be û dê berevaniyê di ber xortan de bike, herwiha ji wan nêzîk be da ku hem û pirsgirêkên wan li Rojavayê Kurdistanê û derve bişopîne. Ciwan dê ne tenê dengê aliyekî be, dê dengekî azad be bo hemû alî û xortan.”

Li gorî wê daxuyaniyê, “Rojnameya Ciwan dê giringiyê bide her çar perên Kurdistanê û dê maf û pirsên kurdên wan perçeyan bişopîne û berevaniyê di ber mafê wan de bike. Hewiha Ciwan dê dengê xortên şoreşger be.”

Ciwan razîbûna belavkirinê li Herêma Kurdistanê wer girtiye. Nîv mehî ye. Bi herdu zimanên kurdî (latînî) û erebî û bi bêpere ye tê belavkirin.

Rudaw
Top