• Sunday, 30 June 2024
logo

Sûrê Amedê û Baxçeyên Hewselê ketin lîsta UNESCO

Sûrê Amedê û Baxçeyên Hewselê ketin lîsta UNESCO
Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê UNESCO de cihê xwe girt û ew biryar li hola dengdayînê bi çepikan hat pêşwazîkirin.

Civîna 39. a Komîteya Mîrateya Cîhanê ya (UNESCO) li bajarê Bonnê ya Elmanya hat lidarxistin û di civînê de Sûrên Amed`ê û Baxçeyên Hewselê hatin nirxandin.

Di rûniştina civînê de slayta ji 8 xulekanya ICOMOS (Konseya Peykeran û Sîtan a Navneteweyî) ya li ser Sûrên Amed`ê û Baxçeyên Hewselê amade kiribû, hat nîşandan, pişte sefîrên bilind yên 26 welatan li ser Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewsel`ê nêrînên xwe aşkera kirin.

Di encama dengdayînê de Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê ji bo "Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê" hatin pesendkirin.

Biryar li salona civînê bi çepikan hat pêşwazîkirin û endamên welatan Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli pîroz kirin.

Piştî aşkerabûna biryarê Hevşaredar Kişanak û Anli spasiyên xwe pêşkêşî rayedarên UNESCO û hemû saziyên keda wan di pêvajoya namzetê de derbas bûne, kirin.

Xendan
Top