• Sunday, 30 June 2024
logo

Bacanê sor 'Temate' dermanê 14 nexweşiyane

Bacanê sor 'Temate' dermanê 14 nexweşiyane


Bacanên sor hêşînhatek ji malbata bacanên reş (obergîn ) tê hesibandin. Navtenga wê bi tîrane radibe, paşê gelek çiq jê diçin. Bejna wê heta sê mitroyan jî bilind dibe. Navteng û tayên çiqan bi sitirî ye. Lê stirîyên wê nerm in, rengê çiq û navtengê kesk in. Belgên wê keskên xet-xetî û yên mezin teriqîne.
Rûyê belgên wê yên derve keskê biriqok,yê hindur mat in û bêhnek gelek xweş jê tê. Kulîlkên wê zer in, dema ew kulîlk diweşîn li cihê wan dikakek (zerzewat - fêqî) çêdibe. Ji wê fêqîyê re bacanên sor tê gotin. Ew fêqî berê kesk, pêre zer, dawîyê jî sor dibe.

Di nava dikakê de dindik (sîsik-tov-bizir ) hene. Ew tov tê hilanîn. Berê di nav qutîkan de tê çandin. Li wir dibe şitil, paşê ew şitil di nava zevî û baxçan de tê çandin. Çawa hinek cûreyên kulîlkan bi şev vedibin, bacan jî dikakek şevger e. Gelek cûreyên wê hene. Wek bacanên sor-spî- zer û naha jî yên reş û binefşî (mor) peyda bûne. Bacan bi gelemperî jibo xwarinê û nav seletan tê çandin û nirxa wê ya di tibbê de gelek bilind e.

Welat û Dîrok: Welatê bacanên sor Meksîka, Perû û Bolîvya ye. Berê li çolê yên zer hatin dîtin.Dîroka wê baş nayê zanîn, lê 1000 sal e ku li Meksîka, Bolîvya û Perûyê çandinîya wê tê kirin û jibo xwarin, selete û derman tê xebitandin.

Piştî kefşkirina Amerîkayê, ji alîyê Kirîstof Kolomb ve bi gemîyan Ewropîyan anîne welatên xwe. Îtalyanîyan ji ber rengê wê yê zer bacan wek " sêva zêrîn bi nav dikirin." Îngilîzan heta sala 1900 an wek "sêva eşqê " bi nav dikirin. Bacanên sor ji alîyê Ewropîyan ve ber bi deverên din çûye. Îngilizan bi xwe re birine Hîndistanê.

Ji Hindistanê derbasî Îran, Mezopotamya jêrîn, Misrê û Kurdistana başûr bûye. Lê li Kudistana bakur (derveyî Hekarî û Botan) ji alîyê Firansizan ve di dema şerê cîhanê yê yekemîn de hatîye Sûrîyê û Ruhayê. Lewre beşek Kurd jêre dibêjin firengî (Fransizî) û beşek jî jê re dibên şamik ( tiştê ji bajarê Şamê), Dîroka wê baş nayê zanîn, lê 1000 sal in li Meksîka û Perûyê çandinîya wê tê kirin û jibo xwarin, selete û dermanan tê xebitandin.

Berhevkirin û parastin: Dema bacan sor bûn tên berhevkirin. Tên xişkirin, ava wê tê givaştin û di qetremîzan de tê hilanîn, an jî tê kelandin û dibe doşav (dims –salçe- ava bacanan). Wisa devgirtî tê hilanîn.

Têdahî: Kalsîyum, Fosfor, Potansîyum, Lîkopen Îzcopîn, Lîfên gidayî, Flavonît, antî Vîral, Beta karotin, Fornesal, Asîta Pîpecolic, asîta Arabîk, 23 cûreyên antîoksîdan, 25 cûreyên antî bakterîel, Vîtamîn A, B1, B2, C, K.

Kêrhatî: 1-Destavê diqulipîne ( îdrarê davêje). 2- Madeyên jehrî yên di bedenê de civîyayî davêje der û xwînê zelal dike. 3- Hişkbûna rehan (damaran) hiltîne. 4- Jibo bawîbûn û nexweşîya nîkrist ê bi fayde ye. 5- Jibo xistina kevirên nava sefrayê (zirav) û gulçiskan (gurçik) dibe harîkar. 6- Hezmê hêsan dike. 7- Qebizbunê ji holê radike, xebitîna rûvik û aşikê çêtir dike. 8- Peyazîtîyê (penbe) dide çermê bedenê û çerm nû (taze) dike. 9 - Ji bawesîrê re zehf baş e. 10- Bedenê li hember penceşêhrê diparêze. 11- Qûnêran digehîne û ji jêketina qusîyan ( nasir) re dibe harîkar. 12- Jibo pêvedana (gezkirin) mozan û sotinîyan ( şewatan) bi fayde ye. 13- Çêkira xwînê serûber dike, kolestirolê dadixe. 14- Pêşîya çêbûna warîsan digire, li hember bakterî û vîrosan şer dike û li hember depresyonê jî bandorek baş heye.

Di derbarê bacanên sor de Dr.Dawut Keleş dibêje: "Di lêkolîn û ceribandinên me yên Enstîtûya Lêgerînên Çanda Baxçan li Alata de aşkera bûye, madeya ku rengê sor dide bacanên sor "Lîkopen" e. Ew bedenê li hember penceşêhrê diparêze,pîrbûna beden û hiş bi direngî dixe. Di hindurê xwe de zehf vîtamînan dihewîne. Kanîyek ji ya potesyûmê ye. Pêşîya kombûnên ava bedenê digire, xwînê zelal dike. Rê li ber nexweşîya dil û penceşêhra prostatê digire. Kesên ku di hefteyê de du caran bacanan dixwin, rîska ketina wan a penceşêhrê ji yên nexwin kêmtir e”.


Porf. Dr. Ahmet Marankî dibêje: " Di hindurê bacanên sor de madeya ku wek "Îycopîn” bi nav dikin heye. Îycopîn, gurçikan dide şuxulandin û zehf îdrarê dide herikandin. Asîdên ûre û xwêyên ûrat dihelîne û di rêyên avrêjê re davêje der. Ev made bandora "dejeresyona makula" ya ku bi pîrbûnê ve girêdayî te, kêm dike û zehmetîyên îdrarê ji holê radike.

Bacanên sor bi qaşil û dindikên xwe rûvikan dixebitîne, qebizbûnê hiltîne û li pêşîya çêbûna kevirên sefra û gurçikan dibe asteng. Jibo kesên bê îştahîyê dikêşin pir bi fayde ye. Heke li ser qusiyanan (nasir) bê girêdan, wê jêbûna (ketin) wan hêsantir bike. Bacan li hember penceşêhrê zehf bi bandor e, lê heke di lebatek (organ) ê de penceşêhr dest pê kiribe, hewceye êdî neyê xwarin. Kesên arêşeyên wan yên kezeb, edavgirtin (kurmîbun-egzama ) û xura nava tilîyan hebin, gereke zêde bacanên sor nexwin.”
Li gor lêkolîn û ceribandinên ku kovara Îngilîzan ya "Platet " beyan kiriye, ava bacanên sor herikîna xwînê tekûz dike û çi bandorên wê yên neyînî nîn in. Li hember zerikîbûnê jî zehf bi fayde ye. Dibe harîkarê başbûna sînûlîtan. Kesên cigarekêş, jinên hebên nezayînê distînin, kesên diçin rêyên dûr, kesên piranîya wextê xwe bi rûniştinê derbaz dikin, jibo ku herikîna xwîna wan normalîze bibe hewceye zehf bacanên sor bixwin.

Ji Unîversîta Teknîkî ya Fakûlta Tib ê Beşê Zanista Ûrolojîya Mader (mak-dayik) ya Behra Reş Prof.Atîla Gur dibêje: " Bacan bi kurtî depoya tendurîstîyê ye. Parêzkarê penceşêhra prostatê ye.
Zilamên temenê wan 50 salî %30 yên 60 salî % 50 yên 80 salî û berjortir jî % 90 di bin newxeşên penceşêhra prostatê. Lewre kesên temenê wan dibe 50 û berjortir, hewceye rojê 3-4 bacanên sor bixwin. Lê divê bacan bi tûvil (qaşil) û dindikê ve bê xwarin. Di bacanên sor de wek dil çar çavikên sor hene.
Hemi lêkolîn û ceribandinan nîşan daye ku bacanên sor jibo dil û xwînê pir bi fayde ye. Di heqê bacanan de hewceye mirov du tiştan bizanit.

1- Bacanên herî kêrhatî yên sor in.
2- Bacanên xebitandî (salçe, ketçop, ava bacanan û bacanên xişkkirî) jî wek yên xav bi bandor in. Di bacanên sor de madeya " likopen " heye. Heke mirov rojê 22 mg likopen (5-6 bacan an jî qedehek ava bacanên guvaştî) bistîne, wê ji piranîya nexweşîyan dûr bikeve”.

Karanîn: Mirov dikare di nav hemi xwarinan de bacanên sor, salçe, ava guvaştî, bacanên xişkkirî, ketçop û pestîqa bacanan bi kar bîne.Her weha bacan di nav piranîya seletan de jî tê bikaranîn.

Xendan
Top