• Sunday, 30 June 2024
logo

Şaciwana Cîhanê bi rastî jî dibe Musilman!

Gulan Media April 17, 2015 Corane
Şaciwana Cîhanê bi rastî jî dibe Musilman!
Rossy Sofî ya bi navê “Şaciwana Misilman a Cîhanê” tê nasîn got, ewê girêdayî biryara xwe be ku bûye mislman.

Rossy Sofî diyar kir, malbata wê xristiyan e û lê baweriya wê bi salan ti ola ne hatiye û xwestiye li ser nasnameya wê “xwedênenas” were nivîsandin.

Sofî da zanin wê bi saya hin hevalên xwe ola îslamê naskiriye û wiha got: “Min dît ku ola îslame gellek hêja ye û ji ber vê yekê jî ez çûm ser wî dinî.”

Şaciwana Misilman a Cîhanê li Brîtanyayê ye eşkere kir, ji ber vê biryara wê kesên derdora wê jê ne dilxweş in.

Rossy Sofî anî ziman, ji welatên ereban eleqeyek mezin dibîne û ewê li ser vexwendina kanaleke erebê di demekê nêzîk de here Libnanê.

Rudaw
Top