• Sunday, 30 June 2024
logo

Televîzyonek bo zarokan bi kurdî dest bi weşanê dike

Gulan Media March 19, 2015 Corane
Televîzyonek bo zarokan bi kurdî dest bi weşanê dike
Kanala zarokan a kurdî Zarok TV ku li Amedê weşanê dike dê di 21ê Adarê de dest bi weşanê bike.

Kanala zarokan a kurdî Zarok TV ku navenda wê li Amedê ye, demek dirêj bu amadekariyên xwe dikir de 21ê Adarê de weşana xwe bi sê zaravayên kurdî dide destpêkirin.

Zarok TV ev demek dirêj bû weşana test dikir bi zaravayên kurdî yên kurmancî, kirmanckî û soranî weşana xwe bike. Zarok TV yekemîn kanala zarokan a bi zaravayê kirmanckî jî weşanê dike.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya Zarok TV ve hatiye weşandin de wiha hate gotin:

“Ji ber ku naverokên weşanên Zarok TVyê ji aliyê kesên pispor ve tên amadekirin jî, dibe qonaxeke girîng. Televîzyona me dê hewl bide ku hem bi rola hînkirinê hem jî bi ya kêfxweşkirinê rabe û vê yekê jî bi kurdî bike da ku ji bo malbatên zarokan jî di warê zimanê dayikê de bibe alîkar.”

Li gorî daxuyaniyê çend kartonfîlmên wekî Şînok, Sifinc Bob, Gumball, Adventure Time ku li hemû cîhanê ji aliyê zarokan ve têne temaşekirin, dê di Zarok TVyê de bi zarevayên kurdî bên ser ekranê.

Rêveberiya televîzyonê dibêje armanca wan ew e ku alîkariya malbatan bikin da ku bikarin ji zarokên xwe re navgînên medyayê yên perwerdekar û sûdewar peyda bikin.

Rudaw
Top