• Sunday, 30 June 2024
logo

Rinda Kurdistanê di fîlmeke mafiyayê de dilîze!

Gulan Media December 31, 2014 Corane
Rinda Kurdistanê di fîlmeke mafiyayê de dilîze!
Bedewa sala 2013an a Kurdistanê, Seher Ebdullah dibe aktora sînemayê û dê di fîlmeke kurdî-almanî de rola serekî bilîze.

Rinda Kurdistanê Seher Ebdullah, ji Rûdawê re got ku dê di fîlma bi navê “The Best Wife” (hevjîna herî baş) de bilîze û bi aktorê kurd Saman Şewket re rola serekî parve bike.

Seherê her wiha diyar kir ku ev cara duyemîn e di fîlman de dilîze û wiha got: “Cara yekemîn min di fîlmeke Behmen Qubadî de lîst, ev jî cara duyemîn e.”

Wê keça rinda a Kurdistanê li ser fîlma nû agahî da û got, fîlma “The Best Wife” fîlmeke aksiyon e û 70 deqe ye. Dîmenên fîlmê dê li Almanya, Fînlanda, Tirkiye, Spanya, Bulgaristan û Kurdistanê bên kişandin.

Li ser naveroka fîlmê û heqdesta xwe jî Seherê got, di fîlmê de behsa mafiyayê tê kirin. Ez û Saman jî di fîlmê de rola jin û mêrekî dilîzin ku ji destê mafiyayê mexdûr bûne. Ji bo rola min 10 hezar dolar dane her wiha %8ê dahata fîlmê jî dê bibe para min.

Rudaw
Top