• Sunday, 30 June 2024
logo

Di Facebookê de êdî tu dikarî bêjî ez naecibînim!

Gulan Media December 13, 2014 Corane
Di Facebookê de êdî tu dikarî bêjî ez naecibînim!
Malpera civakî ya Facebookê dixwaze bûtona “neecibîne” (dislike) li ser taybetmendiyên xwe zêde bike.


Damizrênerê Facebookê Mark Zuckerberg got, şopînerên Facebookê daxwaza lêzêdekirina bûtona “dislike/neecîbîne” dikin û da zanîn, ji bo vê yekê ew niha mijûlî hinek dîzaynên nû ne.


Zuckerberg ragihand ku rojane bi hezaran kes li ser Facebookê şandeyên xembarî, bicoş belav dikin lê li pêş wan şopîneran tenê vebijarka “ecibandinê” (like) heye ku ew jî ji bo ku hestên xwe bînin ser zimên, têrê nake.


Şandeyên li ser Facebookê, rojane ji aliyê 4,5 milyar kesan ve tê ecibandin.

Rudaw
Top