Li Dihokê zanîngeheke amerîkî hat vekirin
![Li Dihokê zanîngeheke amerîkî hat vekirin](https://gulanmedia.com/public/site/images/single/1.jpg)
Zanîngeheke amerîkî li bajarê Dihokê hat vekirin. Di merasîma vekirina zanîngehê de, Parêzgarê Dihokê Dr. Ferhad Etroşî got, vekirina zanîngeheke wiha di vê rewşê de peyameke bihêz e ji bo terorîzmê û yên ku dixwazin ezmûna Kurdistanê bin bixin.
Di merasima vekirina zanîngehê de Wezîrê Perwerde yê Kurdistanê Piştîvan Sadiqî jî amade bû.
Tê zanîn li bajarê Silêmaniyê jî zanîngehek bi sîstema amerîkî hatiye vekirin.