• Sunday, 30 June 2024
logo

3 fîlmên kurdî dê beşdarî ‘Festivala Belgefîlma a 1001’ bibin

Gulan Media December 2, 2014 Corane
3 fîlmên kurdî dê beşdarî ‘Festivala Belgefîlma a 1001’ bibin
Festîvala Belgefîlm a 1001ê” ya navnetewî ya ku ji 20 dewletan 54 fîlm beşdar bûne, îro dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên kurdî jî beşdar dibin.

Festîvala Belgefîlm a 1001ê li Stenbolê cara 17emîn e ku tê lidarxistin. Organîzasyona festîvalê îsal ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê û Yekîneya Sînemagerên Belgefîlman ve tê pêkanîn.

Mijara belgefîlmên ku îsal beşdarî festîvala bûne, li hemberî krîzên germbûna global, aborî, siyasî û mirovahî çareseriya bilez e.

Di çarçoveya festîvalê de panalek mijara wê “Sansur û Otosansur” dê bê lidarxistin.

Kazim Oz bi belgefîlmên “Hebû Tunebû”, “Qiblenameya Diya Min” û Umit Kivanç jî bi belgefîlma li ser komkujiya Roboskî ya bi navê “Dayê Xem Neke Cihê Min Xwe şe” kişandî, dê beşdarî festîvalê bibin.

Rêvebirê festîvalê Murat Çeliker ji Rûdawê re diyar kir ku îsal zêdetirî 400 fîlman serlêdana festîvalê kirine û ji ber ku derfetê wan tinebû 54 film ji bo nîşandanê bijartine.

Çeliker anî ziman ku ewên piştevaniya derhênerên ku cara yekmîn e fîlm kişandine, bikin da ku fîlmên xwe yên duyem jî bikêşînin.

Festîval heta 7ê Berfenbarê dom bike.

Rudaw
Top