• Sunday, 30 June 2024
logo

Balexaneyên Nû Li Çînê Serok anîn Xezebê!

Gulan Media November 26, 2014 Corane
Balexaneyên Nû Li Çînê Serok anîn Xezebê!
Li vê dawiyê serokê Çînê (Xî Jingign) ji endazyar û berpirsên dezgehên avakirinê xwest ku êdî van balexaneyên (xaniyên bilind, birc) xerîb û xudan kêsim û şiklên nenas ava nekin, rexne bitaybetî li balexaneyên van salên dawî hatine avakirin, kir. Ew xanî û avahiyên bi terz û şiklê xwe wek çaydan û fîncanan, wek hêkên zêrîn û bangoran e. Hinek din wek şoşeyên meyê ne, heya yên ku wek telefon, mobayil û şerwalan hatine avakirin jî hene. (li wêneyên bi gotarê binêre)

Serokê Çînê ew diyarde û tevgera nûkirina sîstema avakirina bajarên Çînê rexne kir. Ew helwest piştî wê yekê hat ku ferehbûn, bilindbûna bajarên Çînê bala gellek kes û dezgehan li seranserî cîhanê kişand.

Serokê Çînê, li gor rojnameya The Gaurdiyan, ew helwest li hember medyayê da, bitaybetî piştî ku li Cotmeha 2014 di semînareke dirêj de, du saetan berdewam kir, bi dirêjahî li ser rewşa avakirinê li welatê Çînê axivî û got :“… divê huner xizmeta xelkê bike, pêdivî ye huner li gor berjewendiyên gel be. girîng e ku hunera avakirinê û talarsazî (architecture) rêzê li kultûr û nerîtên millet bigire, pêdivî ye ciwanî û sipehîtahiyê bi xwe re bîne, divê wek tava geş û bironahî li asmanê şîn biçirise. Gerek e huner wek ba û bêhna buharê be, da ku mejî û can geş bike, dil jî germ bike. Divê hunera talarsaziyê zewqê û sipehîtahîyê dinav xelkê de biçîne û belav bike, ji ber vê yekê gerek e hûn xwe ji dîzayin û kêsmên nenas û ne li gor rewşa me ya civakî xilas kin…”.

Piştî dewleta Çînê wek hêza aboriya duyemîn li cîhanê cih girtî, bajarvanî gellekî li pêş ket, lê li hember wê yekê jiyana gundevaniyê çilmisî û li paş ma, ji ber ku nûkirinek û nûjeniyek dijwar hat bicîkirin.

Bajarvanî li Çînê li van salên dawiyê gellekî bilez geş bû û li pêş ket. Avakirin berfereh bû ta hat binavkirin : “Construction Boom”, wek serhildanek mezin hat naskirin. Sermayedaran zemîne saz kirin ji bo ku bi hezaran balexaneyên nû bên avakirin, derî ji endazyarên rojava re vekirin da Çîn bibe meydana têstê ji dîzayinên nûjen û balkêş re, xaniyên bi şêwaz û kêsmên xerîb û nenas li piraniya bajarên Çînê bilind bûn, çi bircên ofîsan û çi jî hotêl û seyrangeh. Li dawiyê wek cirîdekê çêbû da bibînin ka çi kompanî dê balexaneyek bakêş ava bike.

Ew polîtîka û pilanên avakirinê li gor rêbaza nûjenkirina deshilata Çînê hat, lê diyar e ku hemî sînor derbas kirin ta ku taybetmendiya Çîn ya kultûrî ket bni gefa windabûnê.

Ew bizav û xebata nûkirina di warê avakirinê de bitevahî ji ber geşkirina aborî bû ji bo ku Çîn bibe dewleta yekê di tûrîzmê de. Ew polîtîka û armancên ku Çîn kirin hêza duyemîn li cîhanê, nekarîn li hember lehî û pêla modernîzm û globalîzmê rawestin û taybetmendiyên nasnameyê biparêzin. Diyar e li hember siyasta Çînê ya aborî herweha dê windabûnek di taybetmendiyên kultûrî dê hebe, ta ku rewş bi vî rengî here ew nasnameya beloq ya sade rojhilatî dê di bin gefan de bimîne.

Rudaw
Top