• Sunday, 30 June 2024
logo

Navê otombêla xwe dike Kurdistan

Gulan Media November 15, 2014 Corane
Navê otombêla xwe dike Kurdistan


Dosta bi navûbang ya (Bil Kilinton), serokê berê yê Emerîka Monîka Liwînskî ragihand ku wê jî navê otombêla xwe a taybet kiriye Kurdistan.

Rojnameya (Wall Street Juornal) a Emerîkî di raporteke dirêj de behsa navlênana otombêlan li başûrê Kurdistanê dike.

Her weha rojname lizarê yek ji firoşyarên otombêlan dinivîsîne ku li Kurdistanê eger navê Monîka Liwînskî neyê gotin kes nizane otombêla (Toyota Landkruser) çiye.

Peyamnêrê rojnameyê jî nameyekê ji Monîka Liwînskî re bo wergirtina nêrîna wê li ser navlêkirina otombêla cura Toyota Landkruser bi navê wê dişîne. Monîka jî bersiva nameya wî dide û dinivîsîne ku ew gelekî dilxweşe bi wê yekê.

Monîka dibêje ew jî ji niha û pêve navê otombêla xwe a cure Pîrose dike Kurdistanê.

Xendan
Top