• Sunday, 30 June 2024
logo

Zanîngeha Cambridge li pey pisporên çîkolatayê digere!

Gulan Media August 17, 2014 Corane
Zanîngeha Cambridge li pey pisporên çîkolatayê digere!
Zanîngeha Cambridge a îngîlîzî ji bo likolînên li ser çîkolata li akademîsyenan digere.

namzedê serkeftî dê li ser hişkmayina çîkolata li deverê germ kar bike.

Beşa Endezyariya Kîmyayî û Biyoteknolojiyê ya Zanîngeha Cambridge projeyek li ser hişkmayîna çîkolata li herêmin germ û di heman demê de li ser parastina qualîtiya çîkolatayê daniye pêşiya xwe.

Ji bo vê jî li pispor û akademîsyenan digere ku li ser vê mijarê lêkolîn bikin.

Lê her tişt ewqas asan nîne çimkî pêwîst e namzadên wî karî baş matematîkê (bîrkarî) zanibin.

Kesên ku wî karî hez dikin bila destê xwe zû hildin ji ber ku heyama serlêdanê ji bo vî karî 29ê Tebaxê diqede.

Rudaw
Top