• Sunday, 30 June 2024
logo

Ereb seyrangehên Kurdistanê vala dikin

Ereb seyrangehên Kurdistanê vala dikin
Li seyrangehên Herêma Kurdistanê ji ber Ereban, Kurdan nedikarîn biçin lê ew diyarde nemaye û tê gotin ku niha Kurd dikarin biçin wan seyrangehan.

Li gor daniştvanên navçeyê, niha li seyrangehên Cundiyan, Bêxal û Geliyê Elî Beg Ereb nemane û eger her kesek bixwaze wan seyrangehan bi awayekî xwezayî û xweşik bibîne niha dikarin biçin wan.

Ew seyrangeh ku ji ber hejmara zêde ya Ereban, Kurdan nedikarîn biçin wan, niha ji ber derketina DAİŞ’ê û hatina meha Remezanê bi tavahî vala bûne û her kesek bixwaze dikare serdana wan bike.

Bi baweriya hevwelatiyên deverê, sedema serekî ya valabûna wan seyrangehan ji Ereban hatina meha Remezanê ye, sedemeke din jî derketina DAİŞ’ê ye ku niha rewş hatiye guhertin û jiyana Ereban nearam e. Herwiha dibêjin niha baştirîn dem e ku Kurd serdana wan seyrangehan bikin.

Basnews
Top