• Sunday, 30 June 2024
logo

’Keleha Hewlêrê dê bandorê li siyaseta Kurdistanê bike’

’Keleha Hewlêrê dê bandorê li siyaseta Kurdistanê bike’
Komisyona nûjenkirina keleha Hewlêrê aşkere kir ku wan 600 rûpel derbarê dîroka Hewlêr û keleha Hewlêrê de radestî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwede û Zanist û Rewşenbîriyê (UNISCO) kirine, herwiha heman rêxistinê ragihand ku dema keleh çû nava lîsteya kevneşopiyên cîhanî bandora wê ya siyasî li ser siyaset û aboriya Herêma Kurdistanê jî dê hebe.

Serokê Komîsyona Nûjenkirina Keleha Hewlêrê, Dara Yaqûbî di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re got: “Ji bo Hewlêr bikeve nav lîsteya kevneşopiyên cîhanî, me 600 rûpel pêşkêşî UNISCO kir, di nav wan rûpelan de hemû taybetiyek li ser dîorka Hewlêr û keleha wê hatibûn nivîsandin, herwiha bersiva pirsiyarên ku UNSICO kiribûn hat dayîn.”

Dara Yeiqûbî diyar kir ku her ciheke bixwaze têkeve nav lîsteya kevneşopiyên cîhanê pêwîste bersiva daxwazên UNISCO bide û dîroka wî cihî bê nivîsandin û pêşkêşî rêxistina navborî bê kirin.

Derbarê naveroka wan her 600 rûpelên ku radestî UNISCO kirine, Yaqûb da zanîn ku 300 rûpel li ser dîroka keleha Hewlêrê û 300 rûpelê din li ser wan planan bûn ku bo rêvebirin û parastina keleha Hewlêrê û derdora wê hatin danîn. Navbirî aşkere kir ku piştî şopandina wan her 600 rûpelan ji aliyê komîteyekê ve, ku ji 21 welat pêk hatibûn, roja 21’ê Hezîranê 18 welatan biryar dan ku keleha Hewlêrê têkeve nav lîsteya kevneşopiyên cîhanî.

Bi vê yekê keleha Hewlêrê bû 980’emîn kevneşop li seranserê cîhanê ki dikeve nav lîsteya kevneşopiyên cîhanî. Serokoê Komîsyona Nûjenkirina Keleha Hewlêrê ragehand ku pejrandina vê yekê ji aliyê NY ve, itîrafeke dîrokî ye û dê bandora wê li ser rewşa aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê bi giştî û Hewlêrê bi taybetî hebe û wiha axifî: “Dibe ku roleke vê yekê ya rênî di paşeroja Kurdistanê de jî hebe.”

Navborî amaje bi rola mezin a Tirkiyê, Libnan û Cezayirê kir di pejirandina navê keleha Hewlêrê di nav lîsteya kevneşopiyên cîhanî de û spasiya wê rola wan kir. Li gor dîroknas û lêkoleran, temenê keleha Hewlêrê 6 hezar sal e û ew li ser destê Sumeriyan hatiye avakirin, piştî Sumeriyan bi dehan netew û şaristaniyetên cuda di kelehê de jiyane, tevî ku heta niha gelek nêrîn li ser temenê keleha Hewlêrê hene.

Keleha Hewlêrê bi awayekî bazneyî di naverasta bajarê Hewlêrê de hatiye avakirin, rûberê kelehê 102.190 metrekare ye, 415 metiî ji astê rûyê deriyayê bilinde û 26 metir û 25 sentim ji astê bajarê Hewlêrê bilindtir e.

Basnews
Top