Helly Luv şerê DAİŞ’ê dike
![Helly Luv şerê DAİŞ’ê dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/helilov38738.jpg )
Helly Luv berî niha di klîpekê de bi cil û bergên Pêşmergeyên Kurdistanê û bi zimanê İngilîzî qala Pêşmergeyan kiribû. Herwiha wêneyê dayîka xwe belav kiribû ku berê Pêşmerge bû şerê rejîma Baasê kiribû.
Helly Luv derbarê serdana xwe ya ba Pêşmergeyan de wiha dibêje: ‘’Di serdanekê de bo cepheyên şer me dît bê çawa Pêşmergeyên me yên ezîz ligel pileya germayê ya bilind û hinek kêmasiyên din lê dîsan moralê wan gelekî bilind bû, me jî xwest bi vê serdanê piştgiriya xwe bo an tekez bikin, hinek pêdiviyan ji wan re bibin û herwiha sipasiya mandîbûn û xweragiriya wan bikin.
Basnews