• Sunday, 30 June 2024
logo

Li ser çiyayê Nemrûdê ayîna paganan hat lidarxistin

Li ser çiyayê Nemrûdê ayîna paganan hat lidarxistin
Li bajarê Semsûrê (Adiyaman) ê Bakûrê Kurdistanê, komek tûrîst derketin ser çiyayê dîrokî yê Nemrûdê û ayînek bi navê “ayîna paganan” li dar xistin.

Qefleya turîstan a ku ji 34 kesan pêk dihat, derketin ser çiyayê Nemrûdê û pêşiyê bala xwe dane derketina tavê û paşê jî ayîn kirin.

Qefleya paganîst a ku ji Ermenistanê hatibû û li herêma Anadoluyê digere çû Kolikê.

Tûrîst peyatî derketin ser çiyayê Nemrûda ku bilindahiya wî 2 hezar û 206 mêtro ye, hinek welatiyên ermenî yên ku li navçeyê dijîn jî bi wan re derketin çiyê.

Turîstan pêşiyê bala xwe dane derketina tavê û paşê jî ayîn kirin.

Turîstan di derdanên taybet de agir vêxistin û kêrên ku bi xwe re anîbûn tê de germ kirin û dest bi ayînê kirin.

Ayîn di rêberiya kesê ku jê re dibêjin "Kurm" de hat kirin û dîmenên balkêş derketin holê. Ayînê nêzîkî saetekî dewam kir û piştî ayînê hin tişt pêşkêşî beşdarvanan kirin.

Gagîk Hayrabetyan ê ku beşdarî ayînê bû, daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Nemrûd û Wan ji bo wan cihên pîroz in.

Hayrabetyan destnîşan kir ku Nemrûd aştiyê temsîl dike û wiha got: "Dilê me dixwaze ku em her sal bên vir. Di qefleya me de mûzîsyen, kardêr, nivîskar, bijîşk û leşkerên berê hene. Em ji bo hemû mirovan aştiyê dixwazin."

Rudaw
Top