Şakîra: Hevjîniyê ligel “Pique” nakim
![Şakîra: Hevjîniyê ligel “Pique” nakim](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/53260Image1.jpg )
Şakîra di demekê de ev gotin got ku destgirtiyê wê bi lîstikê mijûl bû, di bersiva pirseke rojnamevanî de got “Niha jiyana me gellekî xweş e û ti pêwîstiyê bi wê yekê nake ku em hevjîniyê bikin, ji ber ku her tiştê me heye. Canekî me yê hevbeş heye û em gellekî ji hev hez dikin, ligel vê yekê jî zarokekî me heye.”
Şakîra nîşan bi wê yekê kir ku pêkanîna jiyana hevjîniyê bi awayekî fermî tiştekî di jiyana wan de naguhere. Bi vî awayê ku niha em gellekî kêfxweş in û bi perwerdekirina kurê xwe mijûl in û rojane wî fêrî tiştên nû dikin.
Rudaw