• Sunday, 30 June 2024
logo

Jinên biyanî li Kurdistanê dikanan vedikin

Jinên biyanî li Kurdistanê dikanan vedikin
Di dikanekê de ku li ser hatiye nivîsandin “cilûberg û pêlavên swêdî û spanî”, jineke bejnbilind, porzer û çavşîn mijûlî rastkirina kelûmelên dikanê ye. Ji ruxsarê wê xuya ye ku Ewropî ye, lê gava dipeyve mirov dibêje qey ew Kurd e, ji ber ku bi kurdiyeke rewan bersiva muşteriyan dide.

Ew jin bi esil Spanî ye û bi Kurdekî penaberî wî welatî re zewiciye. Gava ku hevjînê wê vegeriya Kurdistanê, ew jî pê re hatiye û dikaneke firotina cilûberg û pêlavan li Hewlêrê vekiriye.

Geşbûna aborî li Herêma Kurdistanê ne tenê bûye hîmê dabînkirina derfetên kar ji bo welatiyên Kurdistanê, lê bala biyaniyan jî kişandiye, çi li ser asta şîrketan û çi jî li ser asta takekesan.

Martaya 55 salî li Spanyayê pêwendiya evîndarî bi Kurdekî Kerkûkê re dirust dike, ku wê demê penaber bû li wî welatî. Dûre bi hev re dizewicin. Gava vedigerin Kurdistanê jî, li wê yekê difikirin ku dikaneke firotina cilûbergan vekin. Dikan bi taybetî cilên markeyên spanî û swêdî difiroşe. Marta got: “Ez nikarim li malê rûnim, ji ber ku min li Spanyayê jî kar dikir. Lewra min biryar da ku ez li vir dikaneke taybet bi cilûbergên jinan vekim.”

Marta hest pê kiriye karê ew dike li vir ji xelkê re xerîb e, nemaze ku jinek dikanekê birêve bibe li bazareke wek Lenge, ku bi dikandarên mêr tijî ye: “Li vir tiştekî xerîb e ku jin karê dikandariyê bike. Lê xweş e û hîn bûme.”

Her çiqasî li mallên mezin karmendên jin tên dîtin ku dikan, qehwexane û xwaringehan birêve dibin, lê li derveyî mallan pirr kêm in û yên hejî jî biyanî ne.

Li Romanyayê 200 Dolar bi dest dixistin

Krîza aborî bi awayekî rasterast û ne rasterast li hinek welatên ewropî bandor kiriye. Ev bûye sedema kêmbûna derfetên kar, yan eger kar jî hebe, ji ber pirrbûna bacê, her meh tibabeke kêm a pereyan ji wan re dimîne.

Ramora Sîmora jineke romanî ye, dora 6 mehan e ku hatiye Kurdistanê û li supermarketekê kar dike. Ramora behsa rewşa jiyana xwe li Romanyayê dike û dibêje: “Hevjînê min li Romanyayê her meh tenê 200 Dolaran werdigire ku têra kirêya xanî jî nedikir. Du zarokên min hene. Me bi ti awayî nikarîbû debara jiyana xwe dabîn bikin.”

Ramora bi rêya hevrêyekî xwe yê Kurd zanyarî li ser Kurdistanê wergirtin û gava dizane ku li vir derfeta kar pirr e, biryar dide ku bê Kurdistanê: “Pêşî min biryar da wek test demekê li vir kar bikim. Lê dûre min kifş kir ku Kurdistan pirr baş e ji bo kar. Lewra min qerar da ku li Kurdistanê bimînim.”

Ew nêrîna negatîf ya gellek şêniyên Kurdistanê derbarê jiyana civakî ya welatên Ewropayê de, bandoreke xirab li ser wan jinên Ewropî û Asyayî yên ku li Kurdistanê kar dikin kir. Ew dibêjin heta vêga çend caran rastî niç û xeberên seksî hatine.

Çaw Yan jineke Çînî ye. Ev 4 sal in ku dikanek li bazara Lengê ya Hewlêrê vekiriye ku bazareke milî ye. Zarokeke wê ya kêmendam heye û dê û bavê wê jî nexweş in û pêwistiya wan bi alîkariya wê heye. Çaw Yan her çiqasî Kurdistanê wek bazareke baş a kar û komkirina pereyan dibîne, lê dibêje karkirina jineke biyanî di civakeke girtî ya wek Kurdistanê de ne bê bac e. Çaw Yan got: “Kar ji bo jinên biyanî li Kurdistanê zehmet e, nemaze li bazarê û karê dikandariyê.”

Çaw dikana xwe kir mînak û got: “Ez tenê cilên jinan difiroşim. Lê yek caran xort tên û bi derewan li dikanê dinêrin yan pirsên taybet ji min dikin û niç û gotinên xirab li ber guhê min dixin. Çend caran ji ber van gotinan ez giriyame. Eger rewşa min a aborî ne xirab be, ezê çawa dev ji dê, bav û zaroka xwe ya kêmendam berdim?”

Dikandarên cîranên wê jina Çînî gotina wê piştrast dikin û dibêjin, heta vêga çend caran bi hewara wê ve çûne.

Fehmî, ku dikandarekî bazara Lengê ye, dibêje: “Çend caran me şer kiriye li ser dikana cîrana me ku jineke biyanî tê de ye, ji ber ku xort li ser cilûbergên wê niç û dijûnan lê dikin, yan daxwaza tiştên xirab lê dikin.” Navborî red dike jinên biyanî yên dikandar bi wî rengî bin ku xelk li wan dinêre û dibêje: “Ew ji ber xirabiya rewşa xwe ya aborî tên Kurdistanê. Lê cilên nîv tazî li xwe dikin, ku li welatên wan tiştekî normal e, lê gava xort wan wiha dibînin, bi rengekî din fêhm dikin.”

Rudaw
Top