• Sunday, 30 June 2024
logo

Diravek serdema Sasaniya li Germiyan`ê hat dîtin

Diravek serdema Sasaniya li Germiyan`ê hat dîtin
hate dîtin ku wêneyê paşayekî serdema Sasaniyan li ser heye.

Şûnwarnas Newzad Ebdulletîf ji Rêveberiya Şûnwarê Germiyan`ê bo Malpera Xendan ragihand ku, di enama karkirina di gireke biçûk yê şûnwarê li taxa Bextyarî ya bajarê Xaneqîn`ê tîmeke rêveberiya me diravek gelek kevin dîtiye.

Wê şûnwarî amaje bi wê yekê kir ku piştî pak kirina wê diravî aşkere bû ku dîroka wê vediger Serdema Paşa Kîsra yê yekem (Newşîrwan) ku ji sala (531 heya 579 Z ) hukumranê Imparatoriya Sasniyan bû.

Her weha aşkere kir ku, ew dirav gelekî zingarî bû, lewra ew çend rojan mijûlî pakkiririna wê bûne û got: Digel wê diravê komelek ji bermayîyên şûnwarên din jî me dîtine.

Hêjayî gotinê ye ku, roja ( 9 Hozêran.2014) tîmeke şûnwarên Germiyan`ê li taxa Bextyarî ya bajarê Xaneqîn`ê dest bi lêgerîn û lêkolînê di girekê de kir ku beriya niha tîmeke Mafê Mirov jî bi armanca dîina Gorên Komel dest bi lêgerînê kiribû, lewra di encama lêgerîna wê tîmê de çendîn parçeyên şûnwarên dêrîn hatine dîtin.

Xendan
Top