• Sunday, 30 June 2024
logo

Karnevala kulturan bi mûzîka Kurdî li Berlînê dest pê kir

Karnevala kulturan bi mûzîka Kurdî li Berlînê dest pê kir
Duh êvarê demjimêr 19:00´an bi dirêjahiya yek demjimêr stran û mûzîka resen a Kurdî li Taxa Brücke Hallesches Tor karnevala salane a kulturên cuda dest bi bernameyên xwe ên vê salê kir, ku ev 19 sal e tê lidarxistin.

Karnevala ku salane li Berlînê tê sazkirin, bi beşdariya 188 netewe û miletên cîhanê yên li vî bajarî jiyan dikin beşdarî dikin û reng û deng, mûzîk û stran, kinc û tanz û xwarinên xwe pêşkêş dikin. Ji sala 1995’an ve karnaval berdewam dike, grûba binavê Kurdan 'Koma Dîlan' salane têde cî digire û bi dehan ciwan û xortên Kurd bi cil û bergên herêmên cuda yên Kurdistanê û mûzîka resen beşdarî dibin û Ala Kurdistanê bilind dikin.

Êvara roja Înê bernameyên karnavalê ku 3 rojan berdewam dike dest pê kir, hunermend û zimanzanê kurd Ciwan Tengezar tevî Koma Adar di demjimêra yekem a bernameya roja yekê de beşdar bûn û mûzîk û stranên Kurdî pêşkêşî amadevanên ji hemî netew û miletên cîhanî û ji wan jî hejmareka berçav a Kurdên daniştvanên Berlînê kirin.

Hunermend Ciwan Tengezar ji BasNewsê re got ku ew tevî grûba xwe Adar li sernavê Kurdan beşdarî bernameyê bûne û stranên resen ên Kurdî ji hemû herêman gotine. Tengezar hêvî kir ku ku wî û grûba wî karîbin nûnertiya gelê Kurd di karnavalê de kiribin.

Îro jî bi çendîn aheng û konsertan wê bername berdewam bike. Sibe ku wek roja mezin tê binavkirin, wê bi şêwazê meşê grûb li pey grûban biherikin navenda bajêr, ji ên Kurdan jî wek her sal Koma Dîlan pêşengiyê dike, Kurdên têde beşdar jî ji hemu parçeyên Kurdistanê ne, mûzîk û kinc jî ji hemî herêman in. Zêdeyî yek milyon mirov ji seranserî cîhanê tên Berlînê û beşdarî Karnevala Kulturan dibin.

Basnews
Top