• Sunday, 30 June 2024
logo

Li ser sifra Anatoliya Navîn nanê sêlê

Li ser sifra Anatoliya Navîn nanê sêlê
Parçeyek ji çanda xwarinê ya Kurdên Anatoliya Navîn, ku beriya 300 salan ji Kurdistanê bi xwe re anîne nanê sêlê ye û îro jî vê çanda xwe diparêzin. Hema bêje li her mala Kurdên li gundên Konyayê dijîn, sêl heye. Jinên ku naxwazin ti carî dest ji nanê sêlê berdin dibêjin, ew pêwistiya xwe ya nan bi xwe tedarik dikin û ji zarok û xizmên xwe yên li metropolan û Ewropayê re nanê bi xwe çêdikin, dişînin.

Kurdên li bajarokê Karacadag a ser bi navçeya Konya Kuluyê dijîn, ji Kurdistana ku beriya 300 salî koç kirine, çanda xwe anîne heta roja îro. Kurdên sirgûnî Anatoliya Navîn hatine kirin, tevî ku bi sedan sal di ser re derbas bûne jî, mîna çanda xwe, dest ji nanê sêlê jî bernedane. Hema bêje li her mala Kurdên li gundên Anatoliya Navîn, sêl heye ku nan lê tê çêkirin. Jinên ku pêwistiya wan bi firinan nîne û nanê xwe bi xwe lê dixin, di heman demê de nanê lê dixe ji zarok û xizmên xwe yên li metropol û Ewropayê re jî dişînin. Jinên li bajarokê Kacadagê dijîn, dibêjin ewê vê çanda nanê sêlê ya anîne heta roja îro, ji nifşên nû re jî vebêjin.

Zohre Akgul (55) a li bajarokê Karacadagê dijî û nanê sêlê çê dike anî ziman ku ew ti carî ji çanda lêdana nana a ji dê û pîrka xwe fêr bûye venegeriyaye û destnîşan kir ku ew vê çandê her wiha dibin metropolên Ewropa û Tirkiyê jî. Akgul da zanîn ku nanê sêlê ji bo wan çandeke jênevegere û tama devê wan û ev nan li hev tên. Akgul ragihand ku ew ji sê zarokên xwe yên li Ewropayê dijîn re ji vî nanî dişîne û zarokên wê jî gelekî ji nanê sêlê hez dikin.

Esma Akbaş (Besê) (65) jî dibêje nanê sêle parçeyek ji çanda wan a xwarinê ye û destnîşan dike ku xwarina ew çêdikin nabe bi nanekî din bê xwarin. Akbaş got; 'Em bi ku ve biçin, em nanê xwe jî bi xwe re dibin. Mînak; kurekî min li Stenbolê dijî û ez çend mehên salê li cem wî me. Li wir jî vî nanî çêdikim. Xwarinên ez amade dikim, ancax bi vî nanî dikare bê xwarin, naxwe ti wateya xwe nîne.'

Meryem Bîçer (54) da xuyakirin ku çêkirina nanê sêlê gelekî zehmet e û ewçend jî bi kef e û wiha axifî: 'Roja emê nan lê bidin, em çend heval haya xwe digihînin hev û bi hev re nan lê didin. Ne karekî bi kesekî were kirin, herî kêm 3-4 kes em li hev dicivin û nanê xwe çêdikin. Bi awayekî dorveger em alîkariyê didin hev û nanê xwe çê dikin. Nanê xwe yê ji bo çend mehan, em bi carekê çê dikin. Karekî zor e, lê ewçend jî bi kêf e. Em serê sibê saet li dora 6’an radibin û dest bi amadekariyan dikin. Em hevîrê xwe amade dikin. Dûre sêla xwe, bi şewitandina sergînan disincirînin. Dûre jî dest bi çêkirina nan dikin.'

Basnews
Top