• Sunday, 30 June 2024
logo

Facebok Ji Dadvanan Hat Qedexekirin

Facebok Ji Dadvanan Hat Qedexekirin
Li angora biryareka serokê encûmena dadvanîyê, bikaranîna Facebokê ji dadvanên Iraqê dihê qedexekirin.

Serokê encûmena dadvanîya Iraqê Mîdhet Mehmûd biryar daye, ku facebok ji dadvanan bihê qedexekirin.


Serokê dadgeha tawanên herêma Kurdistanê Ebdulbasit Ferhadî jî di daxuyanîyekî de ragihand, ku serokê encûmena dadvanîya Iraqê biryara qedexekirina Facebokê ji alîyê dadvanan ve derkiriye . weha jî got, ku heta niha tekesta biryara han negihijtîye wan, belê heger biryar bigihêje destên wan û li angora qanûnê be, dê ew jî girêdayî wê biryarê bin.


Weha jî da zanîn, ku wî ti hiceteka qanûnî nedîtîye ku nehêle dadvan Facebokê bikar bihînin. Aşkira jî kir, ku dibe li herêma Kurdistanê jî biryareka bi vî awayî bihê derkirin.

Top