• Sunday, 30 June 2024
logo

Îran qeyrana ava xwe bi qutkirina ava Kurdistanê çareser dike

Îran qeyrana ava xwe bi qutkirina ava Kurdistanê çareser dike
Zanayên NASA’yê raportek belavkirine ku dê 30 salên zûha bi ser Îranê de bên û wek çareseriyekê bo vê qeyranê, divê Îran wan çavkaniyên avê yên dirijin Herêma Kurdistanê bigire.

Îsal navçeyên wek Kirman, Yezde, Sîstan Blûçistan û beşek ji parêzgeha Meşhedan ragehandin ku qeyrana wan ya avê heye. Li gor medaya Îranê, xelkê gundên her dû parêzgehên Yezde û Kirman gundê xwe bi cî hiştine û ber bi bajaran ve çûne.

Perwêz Kerdewanî, pisporê warê jîngehê dibêje: “Bi sedema kolandina bîrên avê li Îranê, eger heta 20 salên din jî baran du hindê niha bibare, kêmaviya li Îranê qerebû nake.’‘ Bo mebesta çareserkirina vê qeyranê jî, ev çend sal in ku Îran mijûlî qutkirina ava li ser sînorê Herêma Kurdistanê ye bi rêya avakirina çendîn bendavên mezin û biçûk da wê avê ber bi başûrê Îranê ve bibe.

Ligel temambûna wan projeyan dê 100 bendavên mezin û biçûk bên avakirin, da ava Azerbeycana Rojava û Mehabad bi rêya tunelan bo ava Sîrwan û Zemkan li Hewraman û Serpêl û Zehawî ve girêde û ji wê de biçe başûrê Îranê.

Niha ji sedî 80 ji wê projeya Îranê bidawî hatiye û ligel bidawîhatina karên vê projeyê, dê Îran du armancan bidest bixe, yek ji wan çareserkirina arîşeya bêaviyê û ya duyem qutkirina ava li ser sînorê Herêma Kurdistanê da ku di pêşerojê de wek karteke guşarê bo ser Herêma Kurdistanê bikar bîne.

Li gor yasaya navdewletî, nabe ti welatek wê ava li ser sînorên navbera du welatan de qut bike, Herêma Kurdistanê jî bi rêya hikûmeta Iraqê dikare dosyayekê li dijî di dadgehên nadewletî de tomar bike, li ser karên avakirina bendavan li ser sînorê navbera Herêma Kurdistan û Îranê.

Basnews
Top