• Sunday, 30 June 2024
logo

Êdî şivantî jî bû akademîk!

Êdî şivantî jî bû akademîk!
Li bajarê Semsûrê (Adiyaman) yê Bakûrê Kurdistanê şivan û kesên ku heywanan xwedî dikin "Perwerdeya Xwedîkirina Kerî" temam kirin û sertîfîkayên xwe girtin.

Waliyê Semsûrê Mahmut Demîrtaş di merasima ku li Rêveberiya Bajêr a Xurek, Çandinî û Heywandariyê hat lidarxistin de axivî û destnîşan kir ku dê ev perwerde feydeyê bide xwedîkirina heywanan.

Demîrtaş diyar kir ku dê ev perwerde şivanan pêşve bibe û dê baştir heywanan xwedî bikin û wiha axivî: "Keriyên ku şivanên perwerde dîtine lê binihêrin, dê zêdetir şîr bidin."

Rêveberê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Adil Alan jî destnîşan kir ku di salên dawîn de ji bo ku hejmara heywanan zêde bikin, xebatan dikin.

Alan diyar kir ku 50 kes beşdarî kursê bûne û wiha got: "Şivan û kesên ku heywanan xwedî dikin, berê bi rêbazên klasîk ev kar dikirin. Bi vê perwerdeyê dê profesyonel bibin. Berê kesî qîza xwe nedida şivanan, dê êdî îmaja şivanan biguhere."

Piştî axaftinan şanoyeke li ser jiyana şivanan hat lîstin.

Di dawiya bernameyê de şivan û kesên ku heywanan xwedî dikin, "Perwerdeya Xwedîkirina Kerî" temam kirin û sertîfîkayên xwe girtin.

Rûdaw
Top