• Sunday, 30 June 2024
logo

Jina Kurd ya Hesin li Israîl`ê kiye?

Gulan Media April 20, 2014 Corane
Jina Kurd ya Hesin li Israîl`ê kiye?
Malpereke nûçeyan ya Israîlî wêneya esfereke Kurd bi navê Sîra ku di nav Artêşa Israîl`ê de bi pileya efser xizmet dike belav kiriye ku, Israîliyan jiber zîrekbûn û jêhatîbûna wê nav lê kiriye (Jina Kurd ya Hesin).

Li gor zanyariyên wê malperê Efsera Kurd Sîra dayîka 8 zarokane û jiber jêhatîbûna wê di dema niha de jî li ser sînorê Misir – Israîlê xizmeta xwe ya leşkeriyê dike.

Hêjayî gotinê ye ku, Sîra ji dê û bavekî ku xelkê Koye ya nêzî bajarê Hewlêr`ê ya Herêma Kurdistan`ê ye, ji dayîk bûye ku bapîrên wê di sala 1948`an de di dema koçberiya Cihuyên li Kurdistanê bo Israîlê ew jî koçber bûne.

Xendan
Top