Du keçik ji Viyanayê bo cîhada nîkah çûne Sûriyê
![Du keçik ji Viyanayê bo cîhada nîkah çûne Sûriyê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/cihadagana-34636.jpg )
Her du keçikan bi nameyekê bi rêya enternêtê malbatên xwe agahdar kirine ku ew niha li sûriyê û ew di malên gelekî xweş de dijîn.
Samra û Sabîne, her du keçikên ku ji Viyana paytexta Nemsayê berê xwe dane Sûriyê bi nameya (Em diçin Sûriyê û em li bihuştê hevdu bibînin) ji malbata xwe weku xatir xwestin nivîsîne.
Di berdewamiya peyamên xwe de herdu keçikên 15 û 16 salî li ser malpera xwe ya enternêtê nivîsîne “Em ji mirinê natirsin. Mirin armanca me ye li ser banga xwedê û jib o rumetê em ketine ser vê rêyê , hûn bi awayekî qet bawer nakin di malên gelekî ciwan de dijîn, em zewicîne her tişt li vir heye, bi kêfxweşî em dijîn.”
Li gor nûçeyeke malpera T24 a Tirkî Interpolê ragihandiye ku ew herdu keçikên 15 -16 salî bi ser Tirkiyê re çûne sûriyê, her weha polîsên Nemsayê jî aşkira kirine vku ew herdu keç di 10 nîsanê de gihêştine Stenbolêû ji wir bo cîhadê çûne Sûriyê.
Çapemeniya Nemsayê jî ragihandiye ku belavkirina wêneyê herdu keçikan karê rêxistina Qaîdê ye.
PUKmedia/T24