• Sunday, 30 June 2024
logo

Xwezaya Îlamê geştyaran matmayî dihêle

Gulan Media April 16, 2014 Corane
Xwezaya Îlamê geştyaran matmayî dihêle
Parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê bi xwezaya xwe ya bedew û daristanên xwe wek bûka Zagros tê nas kirin. Ew parêzgeh her sal mêvandariya Kurdên Rojhilat û bajarên din yên Îranê dike.

Newroza îsal li parêzgeha Îlamê yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bû ku hejmara herî zêde ya geştiyaran serdana wê kir. Îlam yek ji wan bajaran e ku zanyariyên hevwelatiyên Başûr û Bakurê Kurdistanê derbarê wê de pir kêm in û xwezaya wê ya sehrawî nas nakin.

Xwezaya rengîn a Îlamê bûye sedem ku li Îranê bi du nasnavên ’’ Bûka Zagros’’ û ’’ Negîna Rojavayê Îranê’’ bê nas kirin. Hemû der û cîhên Îlamê ji bo ger û seyranê biker tên, lê yek ji bedew tiring dîmenên xwezaya Îlamê gola bi navê Duwane ye, ku ji du golên biçûk yên li kêleka hevdu pêk tê û piraniya xelkê matmayî dihêle.

’’Siyagaw’’ du golên bi hev ve zeliqîne ku bi yek ji ecayibên xwezaya cîhanê tên nas kirin. Xwezaya candarên avî yên nav golê bedewiya golê çendîn beramber kiriye. Çavkaniya golê rûbarê ’’Siyagaw’’e û piştî derbazkirina bilindahiyên çiyayê ’’Kebîr Mikû’’ wê dîmena taybet diafirîne.

Yeke din ji dîmenên taybetî yên Îlamê, şikefteke tije şevşevokan e ku wek şikefta şevşevokên Îranê tê nas kirin. Ew şikeft ketiye bajarê Dêhloranê û yek ji taybetmendiyên xwezayê ye ku nêzîka 265 metroyan dirêje û bi dehan cureyên şevşevokên ’’Bi kilik û bal pan’’ têde dijîn.

Rûbarê Seymere ku ji têkel bûna du rûbarên ’’Qeresû’’ û ’’Gamasiyaw’’ pêk tê bi dirêjiya 650 kîlometran xwezaya Loristan û Îlamê heta navçeya ’’Kerxe’’li başûrê Îranê dixemilîne. Seymere tenê ne nave wî rûbarî ye lê navê bajarekî kevnar û dîrokî yeli parêzgeha Îlamê ye.

Derbenda Raziyane yeke din ji cîhên ger û seyranê ya Îlamê ye ku çend sal berê wek şûnwarekî nîştîmanî di nav lîsteya şûnwarên giştî yên Îranê de cîh girt û cîhekî taybetî ji bo parastina balinde-teyrik û heywanên kowî li Îlamê ye.

BasNews
Top