MBC: Zêde nemaye Hewlêr bigihe Dubay
![MBC: Zêde nemaye Hewlêr bigihe Dubay](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/hewler-dubey-414.jpg )
Peyamnêrê MBC Mûtesim Ebû Xemîs cejna Newrozê li Hewlêrê bû, herwiha serdana gelek seyrangeh û cihên geştûgûzarî-turîstîk kiribû û bi hûrî li ser aliyên baş û xirab ên wan seyrangehan lêkolîn kiribû.
Di vê derbarê de peyamêrê MBC li ser pêşketina Kurdistanê raportek amade kiriye, nemaze ew pêşketina bajarê Hewlêrê ji aliyê jêrxana aborî ve ku bi dest xistiye. Di raportê de pêşbînî tê kirin ku heta sala 2025’ê Hewlêr bibe Dubaiyeke nû û milmilaneyê pêre bike.
Di raportê de qala wê yekê tê kirin çima wezaretên geştûguzarî yên welatên Erebî wek Herêma Kurdistanê nakin ku bajarê Hewlêrê wek yek ji bajarê herî aram ê navçeyê tê hesab kirin, loma jî karî bide pêşiya bajarê Şarîqa yê Îmarat û Taf ê Erebistana Siudiyê.
BasNews