Jinek zilamekî wek kûçik li pey xwe digerîne!!
![Jinek zilamekî wek kûçik li pey xwe digerîne!!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/42796image1.jpg )
Duh, 11.04.2014, li Londonê jinek li ser cadeyê dimeşiya û qehweya xwe bi bênferehî vedixwar û di destê wê de jî werîsek hebû, lê li şûna ku ew werîs yê kûçkekî be, ew werîs xistibû stûyê zilamekî û ew li pey xwe kaş dikir.
Li gor rojnameya The Independent, ew zilam mîna kûçikan birêve diçû û jinê jî bi awayekî normal reftar pê re dikir, mîna ku kûçikê wê pê re ye.
Dibe ku ev dîmen, rêklam be yan jî wê jin û zilamê ku xwe xistiye kûçik xwestine ku bala xelkê bikşînin ser xwe, lê heta rastiya bûyerê derneketiye holê.
Rûdaw