• Sunday, 30 June 2024
logo

Ax û gihayê ber deriyê Ocalan dixwin

Gulan Media April 12, 2014 Corane
Ax û gihayê ber deriyê Ocalan dixwin
Di rojbûna serokê PKK Abdullah Ocalan de, hejmareke mezin ji Kurdan çûne gundê ji dayîkbûna wî Amara.

Grûpek, jin û mêr li derdora mala ku ew têde çêbûye, geriyan û axa derdora malê xwarin.

Hinekan jî gihayê li derdora mal xwarin.

Hinek ji ciwanan axa derdora mala Abdullah Ocalan xistin şûşeyan û bi xwe re birin.

Gelekan ji wan ew ax bi ser serê xwe de kirin û weke ku bereket be rûyê xwe pê şûştin.

Abdullah Ocalan, ("Apo", 4'ê nîsana 1949'an, li gundê Xelfêtiyê bi navê Amara) ji dayîk bû ye.

Ew di 15ê Sibata 1999an de Öcalan ji aliyê Emerîka ve hat teslîm kirinî dewleta Tirkiyê. Niha li girava Îmrali di nav tecrîtê de girtî ye.

AVESTA KURD
Top