Keçeke Kurd bû Şahciwana Rojhilata Navîn
![Keçeke Kurd bû Şahciwana Rojhilata Navîn](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/kecekekurd-424.jpg )
Roja 3 û 4’ê mehê li bajarê San Diego yê ser bi wîlayeta Kalîfornia, bi beşdariya 17 keçan, ku di nav wan de 3 keçên Kurd bi navê Sozan, Dalya û Hêlîn hebûn, ahenga hilbijartina Şahciwana Rojhilata Navîn birêve çû.
Aheng ji aliyê rêxistina bazirganî ya Amerîkî-Kildanî û bi sponserya hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend aliyên din birêve çû.
Di dawiya ahengê de 5 keç wek şahciwanên Rojhilata Navîn hatin hilbijartin, di nav wan de keçeke Kurd bi navê Dalya jî hebû.
Herwiha yek ji wan dadwerên ku hevrikî birê ve dibirin, xanima çalak a Kurd, Sureya Felah hebû, ku ew bi xwe çalakvana mafên mirovana û çend salan berî niha jî wek nûnera Kurdistanê beşdarî vê hevrikiyê bû.
BasNews