• Sunday, 30 June 2024
logo

Kim Kardashian daxwaza piştgiriyê ji navçeya Keseb li Sûriyê re dike

Kim Kardashian daxwaza piştgiriyê ji navçeya Keseb li Sûriyê re dike
Stêrka Amerîkî ya Navdar, Kim Kardashian derbasî krîza Sûriyê bû, bi rêya gundê Keseb li ser kenarê Derya Spî, û daxwaz ji hemû aliyekî kir ku “Ji bo Kesebê limêj bikin.”

Kim Kardashian, ku ew bi xwe ji bavek Ermenî ye xwest ku bi rêya Twitterê piştgiriya hemwelatiyên Ermen li gundê Keseb li parêzgea Laziqiye ya Sûriyê bike.

Kardashian li ser Twitter a xwe nivîsandiye: “Eger tu nizanê çi li Keseb çê dibe, di Goolgê de lêbigere, ji ber ku ez Ermenî me min gelek çîrokên dilêş bihîstine.”

Herwiha Kim Kardashiyan nivîsiye: “Bila em nehêlin ku dîrok xwe vegerîne”, wek amajeyekê bo komkujiya ku Osmaniyan li dijî Ermenan encamdabû.

Kim daxwaz kir jî ku her kes “Save Kessab”, wate Keseb biparêzin, û “Armenian Gencids”, wate komkujiya li dijî Ermenan, li ser Twitterê belav bikin.

Piştî ku navçeya Keseb a girêdayî parêzgeha Laziqiye li kenarên deryaya Spî ket bin destê grûpên îslamî yên opozîsyona Sûriyê de, 600 malbata Ermenî ji wê navçeyê bar kir, tevî ku hêzên opozîsyonê tekez kirin ku ew nêzîkî hemwelatiyên li Kesebê nabin.

Rûdaw
Top