• Sunday, 30 June 2024
logo

Bi hezaran Fîlamîngo hatine Mehabad

Gulan Media March 29, 2014 Corane
Bi hezaran Fîlamîngo hatine Mehabad
Bi hatina demsala beharê her sal hejmareke zêde ya teyrikên balkêş berê xwe didin Rojhilatê Kurdistanê, lê di behara îsal de heta niha bi hezaran Fîlamîngo hatine ser golên derdora Mehabad û ev hejmara han jî bala mirovan dikşîne.

Di vê derbarê de Rêveberê Jîngeha Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Hesen Ebasnejad ragehand ku keş û hewaya paqij û hebûna çavkaniyên avê li navçeya Mehabad wiha kiriye ku bi hezaran Fîlamîngo serdana wan navçeyan bikin.

Kanî Berazan, Hesenlû, Aq Qele, Derkî Sengî û Selduz Gulî ew cih in ku Fîlamîngoyan ber bi wan de koç kiriye. Fîlamîngo teyrikekî koçerî ye, bi kom koç dikin û ligel xweşikbûna xwe bedewiyekî jî didin xwezayê.

Hêjayê gotinê ye di çend salên borî de ji ber hişkesaliyê jiyana wan terikan ketiye metirsiyê. Herwiha ziwabûna Gola Urmiyê jî bandoreke xirab li jiyana wan teyrikan û gelek ajelên din jî kiriye.

Basnews
Top