Nivîskara Japonî xelata edebî werdigire
Navê nivîskara Japonî tevî nîgarkêşê Brazîlî yê pirtûkên zarokan Roger Mallo di beşa xêzkirina wêneyan a xelata Hans Christian Andersen hat ragehandin.
Nahoko Uehashi ku di sala 1962’ê de li Tokyoyê ji dayik bûye û bi pirtûka ’’Morîbîto: Pasevanê Rûh’’ û cilda duyem ’’Morîbîto: Pasevanê Tarîtiyê’’ tê nas kirin, di merasima pêşkêş kirina xelatê de desteya dadweran ragehandin ku ji ber şiyanên taybetî di afirandina cîhanên curbicur di berhemên xwe de, hurmeta ji bo xweza û mirovahiyê Uehashi hilbijartine.
Xelata edebî ya Hans Christian Andersen du salan carekî tê pêşkêş kirin û wek mezintirîn xelata edebî ya Danîmarkê û Nobela biçûk tê hejmar kirin.
Biryare xelatên sala 2014ê di meha 9’ê de û di 34’emîn kongreya Bûruya Navnetewî ya pirtûkên ji bo nifşên ciwan (IBBY) li Mexicocityê bên pêşkêş kirin.
Basnews