• Sunday, 30 June 2024
logo

Kargehên zêr kirîn û firotinê ligel welatiyan nakin

Gulan Media March 24, 2014 Corane
Kargehên zêr kirîn û firotinê ligel welatiyan nakin
Rêveberê Kargehan Hiroz a Zêr li Duhokê Merdan Hesen Mihemed ragehand ku ji ber zêr ber bi giraniyê ve çûye loma ew rojane tenê 50 gramên zêr difroşin zêringeran û got: ‘’Karê kargeha min tenê ligel zêringeran e û em nikarin kar ligel hevwelatiyan bikin.’‘

Merdan Hesen Mihemed da zanîn ku heta sala 2000’î jî zêr tenê ji derveyê welat dihat û wiha axifî: ‘’Heta wê demê tu kargeh li Duhokê nebûn, lê piştre ligel vebûna rêyên bazirganiyê ligel welatên hevsînor me karî biçin Tirkiyê û cîhazên pêşketî ji xwe re peyda bikin û kargehê vekin.’‘

Mihemed wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Berî niha heqdestê zêr gelekî li ser kiryaran radiwestiye û carna digehişt hezar dînarî. Herwiha berî vekirina kargehê min hinek karên biçûk dikirin, lê bi hewldanê me karî kargeha Hiror li Duhokê vekin ku duyem kargeha çêkirina zêr bû li Herêma Kurdistanê.’‘

Mihemed diyar kir ku piştî bidestxistina wan cîhazan, di kar de ezmûneke wan baş çêbûye û wiha pêde çû: ‘’Me sala 2003’ê yekem car zêrê çêkirî şand bazara Duhokê û ligel vêna heqdestê çêkirina zêr ber bi erzaniyê ve çû. Zêrê qalib ku piraniya wan li Başûrê Efrîqa û Mozambîk in zû nagihije destê me, ji ber gelekî giran e, loma zêr li hemû cîhanê peyda bûye, ji bo bazirganiyê mirov nikare zêr ji derve bîne û li vir bifroşe. Lê ew zêrên li ba hevwelatiyan kevin dibin, tînin bazarê û difroşin zêringeran, piştre zêringer jî difroşin me û em careke din corên zêr jê çêdikin û dişînin bazarê.’‘

Merdan Hesen Mihemed da xwiyakirin ku çar kargehên zêr li Duhokê hene û hemû karê xwe bi fermî dikin û got: ‘’Pirsgirêka me ya serekî ligel hikûmetê ye, ji ber hikûmet gelek bacê ji me werdigire û evna jî bandorê li giranbûna zêr û karê me dike. Herwiha ji me hatiye xwestin ku em yekser zêr ji bankên hikûmî bikirin.’‘

Merdan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber vê meselê karê zêringeran ligel hevwelatiyan qut nabe, ji ber ew kirîn û firotinê ligel hevwelatiyan nakin, lê karê wan ê serekî û fermî ligel zêringeran e.

Basnews
Top