• Sunday, 30 June 2024
logo

Gelên cîhanê çawa Newrozê pîroz dikin?

Gulan Media March 18, 2014 Corane
Gelên cîhanê çawa Newrozê pîroz dikin?
Newroz demsala biharê ye li Kurdistanê, bi pêxistina agir, şahî û xweşî dest pê dike, û yek ji girîngtirîn û resentirîn kevneşopiya hevbeş e di navbera Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de, ji xeynî Kurdistanê jî, Newroz di nava gelên din te jî tê pîroz kirin, bi vê yekê jî Neteweyên Yekbûyê di sala 2009’an de roja 21ê Adarê wek mîrateke cîhanî qebûl kir.

Newroz li Rojhilata Navîn ji aliyê Kurd, Faris, Tirk, Tirkmen û Efxanî,Peştû û Derê yan ve tê pîroz kirin. Berî niha jî welatên Asya Navîn, ku di bin ala rejîmî Sovyetê de bûn, nedikarîn Newrozê pîroz bikin, lê piştî hilweşîna wê rejîmê Newozê li Herêma Kurdistanê û wan welatan roj bi roj germtir tê pîrozkirin. Piştî pîrozkirina Newrozê li Bakur û Başûrê Kurdistanê, wêneyên Newrozê ji aliyê hemû ajansên cîhanê ve tên belav kirin

Newroz li Komara Azerbeycan:

Muzîkjenên Azerbeycanî di wê rojê de zêdetir ji hemû alavan dijenin û Newroza wê tijî muzîka resen a Azeriyane. Vexwarina ava kaniyan ji aliyê hevwelatiyan ve nerîteke Newrozê ye, da sala wan a nû hemû xêr û avedanî be, herwiha jinên Azerî xwarinekê bi navê Semenû çê dikin û dê wê merasîmê de di navbera derdora xwe de vediguhezin.

Nerwoz li Efxanistanê:

Hevwelatiyên wî welatî di vê rojê de serdana navçeya Mezarî Şerîf dikin û cejna gulên sor lidar dixin, ew cejin bi hilgirtina alekê dest pê dike û heta 20 rojan berdewam dibe. Di şeva Newrozê de Elokekê ser jêdikin û xwarinekê jê çêdikin, goştê wê yê spî nîşana aştiyê ye û li rex de şînkayî dideynin ji ber ku ew rengê serkeftinê ye li cem wan.

Mewroz li Ozbekistanê:

Berî hatina Newrozê, jinên Ozbekistanê kel û pelên nav mal derdixin ber rojê û mala xwe paqij dikin, herwiha kevirên biçûk ber bi asmanan ve davêjin da di sala nû de du can bibin, herwiha xort jî zorbeziyê di meydanan de dikin.

Newroz li Tacekîstanê:

Jeniyarên Koronî “Alaveke taybet e” dest bi jenînê dikin û xelk bi sema û şahiyê pêşwaziya Newrozê dikin, keç jî cil û bergên resen li xwe dikin. Corek ji kumên Tajîkî didin sere xwe û dibin simbola şahciwana Newrozê, ku ew hêmaya jiyana nû ye. Herwiha şerê dîk, kewan birêve diçe û kesên ku bi ser dikevin xelatan werdigirin.

Newroz li Kazaxistanê:

Di efsaneyên wî welatî de tê gotin ku “Newroz hêmaya behar û xêrê ye bo ser zevî û di wê rojê de kevirê şîn yê Semerqend dihele”, herwiha xwarineke bitam bi navê “Newroz Guje” çêdikin û dixwin, ev yek jî hêmaya bidawîhatina zistanê ye, ew xwarin ji heft pêkhateya pêk tê. Herwiha lîstikeke resen bi navê “Qul Tuzaq” di navbera jin û zilaman de birêve diçe, eger jin serkeftin dê sala nû xweş be, lê eger zilam serkeftin dê sala nû ne gelek baş be.

Newroz li Qirgzîstanê:

Li wî welatî yekem û duyem roj ji beharê Newroz e, xwarina “Beş Barmaq” çêdikin û ciwan jî bi lîstka swariyê dileyizin.

Newroz li Turkmenîstanê:

Şerê beran, dîk, zorbezî û setrencê beşek in ji mersaîma Newrozê li wî welatî, herwiha jin şêraniyê çê dikin û didin hev.

Newroz li Îranê:

Berî hatina Newrozê mal û xaniyên xwe paqij dikin, sifreyekê bi heft sênî dixemilînin û heft xwarinên ku bi pîta ‘S’ dest pê dike amade dikin û di roja 13’ê de berê xwe didin seyrangeh û cihên giştî.

Basnews
Top