Xwediyê maça sembolîk a şer koça dawî kir
![Xwediyê maça sembolîk a şer koça dawî kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/machii7.jpg )
Tê gotin ku eskerê ciwan yê di wêneyê dîrokî yê şikestina Japonê de tê xuya kirin Golen Macdaphi ye. Li gor gotina keça Macdaphi bavê wê yekşemiya borî di mala pîran de cane xwe ji dest daye.
Wêne di sala 1945’ê de û piştî ragehandina teslîm bûna Japonê di meydana Time New Yorkê ji aliyê Alfred Eisenstaedt hatiye kişandin. Li gor gotina Macdaphi wê rojê diçû da yara xwe bibîne ku di rawestgeha metroyê de nûçeya bidawî bûna şer bihîst: ‘’Wê rojê gelek kêfxweş bûm û bezîm ser cadeyê, ez wê demê 19 salî bûm û min di cadeyê de keçikeke bedew dît, wê jî ez dîtim ku dekenim û hawar dikim, ez çûme nêzîk û min keçik maç kir.’’
Adit Shine ku li nêzîkê meydana Time New Yorkê di nexweşxaneyê de kar dikir îdîa kiribû ku keçik ew e. Shine beriya çar salan wefat kiribû.
Basnews